SILÊMANÎ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Suriyê yê ku li Başurê Kurdistanê ji bo bîranîna Şehîdên Cenga Heftenînê li ser nave Şehîd Rûstem Cûdî bi şîara, “Bi Ruhê Cenga Heftenînê Dagirkeriyê Têk Bibe, Kurdistanê Biparêze” dest bi tûrnuvaya futboolê kir.
Tûrnûvaya futboolê li Silêmanî bi beşdarbûna 6 tîman bi rêve diçe. Tûrnûva duh şev bi lîstîna duh lîstokê destpê kir.
Beriya tûrnûva dest pê bike Ciwanên Şoreşger bi munasebeta tûrnuvayê daxuyaniyek da. Nûnertîya PYD ya Başurê Kurdistanê, Kongre Star û Partiya Wahdê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê endamê Ciwanên Şoreşger Mervan Saît xwend.
Daxuyanî wihaye:
“Em îro wekî Ciwanên Rojava li ser navê Şehîd Rûstem Cûdî tûrnûvayekî dikin. Em vê tûrnûvaya xwe li bajarekî Kurdan bi navê ciwanên Kurd bi kêfxweşî û şanazî pêk tînin.
Lê em dizanin ku di roja îro de di bin ewqas êrîşên ku li ser Kurdan pêk tên lê hê Kurd ne qediyabin û mayina xwe misoger kiribin sedema wê berxwedana ku PKK li beranberî dijminê Kurdan dimeşîne. Ev berxwedan jî rêka wê weke rêka Rûstem Cûdî ya ye li Heftanînê erîşên dijminê dagirkerên bi teknîka serdemê ya herî pêşketî bi rihê fedayî vale derxistine.
Şehîd Rûstem Cûdî ciwanekî ji Rojava yê Kurdistanê bû û li çiyayê Heftanînê ku îro bûye navenda şerê parastina Kurdan berxwe da û gihîşt şehadetê. Belkî îro ji destê her kesî nayê ku wekî mîlîtanekî li beranberî dijmin şer bike. Lê belê em ji bîr nekin ku ev şer şerê hemû Kurdaye . Ji ber wî ji bo xwedî derketina destkeftiyên Kurdan pêwîste her kesek çi ji destê wî tê di roja îro de li ser esasê şopdariya şehidan de pêk bîne. Erdoganê faşîst bû xwe jî di bêje şaştiya ku me rê daye li Başûr statuye Kurdan a roja îro çê bibe.
Dîsa eşkere tîne ziman piştî PKK ê rojava piştî Rojava jî ez ê Başûrê Kurdistan dagir bikim û xeyalê xwe yê dema Osmaniya pêk bînim. Ango taştê PKK be nîvroj Rojava û şîv jî Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber wî jî dibe ti Kurdek wekî KDP xwe ne firoşe dijminê xwe û li ser asasê exlaq û şerefa Kurdîtiyê bû erka parastina Kurdistanê rabe.
Em jî ciwanên Rojava pengava KCK ya “Bese ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re dem dema azadiyê ye” silav dikin.
Em îro wekî bîranîna Rûstem Cûdî gera xwe ya futbolê pêk tînin û tînin ziman ku em ê şopdarê heqîqeta jiyana şehîdan bin û meşa wan bi serkeftin û azadiya Kurdistanê misoger bikin.”
Piştî daxuyanî 2 lîstok hatin lîstin.
Encama şevê wihaye;
Tîma Kobanê 1 – 2 Miştenûr
Tîma Rojava 4 – 1 Rûstem Cûdî
Gelê Rojavayê ku li Başur jiyan dike eleqederbûnek mezin nîşanê tûrnûvayê dide. Gelek ciwan û gel ji bo tûrnûvayê bişopîne wek temaşevan hatibûn.