NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endamê Komîteya Navendî ya TKP/ML’ê Erol Volkan Îldem bi nasnav Nûbar û Fermandara Yekîneyê ya TKP/ML TÎKKO Fadîme Çakil bi nasnav Rosa di êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku partiya wan ji asta rêbertî heta şervanan biryardariya xwe hîn di dema damezrandinê de ragihand ku bi Şerê Gel desthilatdariyê parçe parçe bike û hate gotin, “Rêberê me Îbrahîm Kaypakkaya partiya me bi van dînamîkên şervaniyê ava kir, teoriya wê danî û di nava şert û mercên heyî yên welatê me de şertên mayina li ser piyan a partiya komunîst destnîşan kir. Ev yek jî tê wateya bênavberiya dîroka me ya têkoşîna ji 48 salan. Bi dehan kadro bi sedan milîtan tevlî karwanê nemiran bûn û ev xet hertimî kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Bêguman çavên hevrêyên me wê li pişt nemînin. Bi qasî dilsoziya xwe ya bi dozê re ew bi hevrêyên xwe re jî piştrast bûn. Dem ew dem e ku milîtanên me hemû, endam û kadroyên me vê baweriyê heta hucreyên xwe hîs bikin û têkoşînê mezin bikin. Birêxistinkirina îradeya serketina paşerojê, meşandina şerê serketina paşerojê di xeta Şerê Gel de bi dilsoziya bi Şoreşa Demokratîk a Nû, Doza Sosyalîzm û Komunîzmê dibe. Partiya me nîşaneya vê îradeyê ye.”