MEXMÛR – Li Wargeha penaberan a Mexmûrê TCM û TJCM’ê bi daxuyaniyekê piştgirî dan pêngava KCK’ê ya li dijî dagirkeriyê. TCM û TJCM’ê bang li hemû ciwan û gelê Kurd kirin da ku tevlî pêngavê bibin. Ciwanan di daxuyaniyaxwe de got; “Çawa gerilayên Kurdistanê li Heftanîn, Xakûrk, Zap, Biradost, Qendîl û Metîna parastina xaka Kurdistanê dikin, pêwîste em wek ciwan jî li her cihê ku dijmin û hevkarên wî lê heye, têkoşînê bilind bikin.’
Daxuyanî wiha ye;
Di sedsala 21’an de şerê dagirkeriya dewletên hegemon yê xak parvekirinê tê meşandin û bi desthilatdariya xwe dixwazin careke din Kurdistanê bikin mêtîngeh û koletiyê li ser gelê Kurd û Kurdistanê ferz bikin.
Em baş dizanin ku yekemîn rêya li dijî dagirkeriyê yekbûna gelên bindest û bi taybet jî yekbûna gelê Kurde. Dijmin li Bakûr, Başûr, li Rojava, li Rojhilat, li Şengalê hetanî Mexmûr û derveyî welat çi Kurdekî xwedî îrade hebe, dixwaze tune bike û îradeya wan têk bibe.
Hêzên faşîst ji aliyekê ve polîtîkayên tecrîdkirinê yên li ser Rêber Apo girantir dike, ji aliyekê ve jî bi çeteyên xwe êrişî Haftanîn, Rojava, Başûr dikin û ji aliyekê ve jî bi rêya hevkarên xwe ambargoya li ser wargeha Mexmûrê girantir dikin û dixwazin me teslîm bigrin.
Li dijî êrîşên faşîzane yên li ser gelê Kurd tê meşandin, li dijî tecrîda li ser Rêbertî, li dijî ambargoyê û polîtîkayên teslîm girtinê, em bang li ciwan û gelê xwe dikin werin di xeta berxwedan û tekoşînê de cihê xwe bigrin.
Çawa gerilayên Kurdistanê li Heftanîn, Xakûrkê, Zap, Biradost, Qendîl û Metîna parastina xaka Kurdistanê dikin, pêwîste em wek ciwan jî li her cihê ku dijmin û hevkarên wî lê heye têkoşîn bikin.’
Daxuyanî bi dûrûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bi can bi xwîn em bi te te ne ey Serok’, ‘Ciwan fedayê Rêber Apo ne’ bi dawî bû.