HEFTANÎN – Di 16’ê Hezîrana 2020’an dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetan êrîşên dagirkeriyê li ser herêma Heftanînê da destpê kirin. Gerîlayên HPG/YJA STAR’ê bi berxwedanî û fedaîtiyek mezin êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Di derbarê Berxwedana Cenga Heftanînê de Kordîneya Cenga Heftanînê Batufa Çekdar nerînên xwe ji ajansa me re parvekir.
Batufa di berdewamiya nirxandina xwe de wiha anî ziman û got;
“Berxwedana Cenga Heftanîn Zindîkirina Ruhê 15 Tebaxê Ye”
Heftanîn biqasî bedewiya xwe ewqas jî bi serîhilderiya xwe tê nasîn. Her çiyayekî wê xwedî dîrokeke berxwedanê ye. Her gelî û nawaleke wê şahîdiya bi dehan çîrokên lehengiyê kiriye. Kanî û rûbarên vê buhuşta welêt weke ku bi ruhê şervanên azadiyê re di nava ahengekê de biherike û melodiya azadiyê bêje, ruh dide jiyanê û li bedewiya Heftanîn û kesayeta şervanên xwe yên azadiyê bedewiyan zêde dike. Lewre em dibêjin, ev ax fedeaîyan diafirîne û fedaî jî bi evîndariya vê axê ve şer dikin û ala berxwedana rûmetê radikin. Erdnîgariyeke ku fêrî berxwedanê bûyî nikare ji bilî berxwedan û serkeftinan tiştek din qebûl bike. Ji ber her girekî vê erdnîgariyê şahîdiya gelek destanên lehengiyê kiriye û navê van lehengên bê mirin di sînga zinar û kendalên van çiyayan de hatine nivîsandin. Lewre ev çiya jî weke şervanên xwe yên azadiyê berxwedêrin û hebûna dagirkeriyê li ser bedena xwe qebûl nakin. Ji ber vê ye dar, kevir, çiya û zinarên me jî bi dijmin re di nava pevçûnan de ne. Lê heman erdnîgarî bi hezkirina dayîkeke xwedavend hembêza xwe ji şervanên xwe yên azadiyê re vekiriye û wan diparêze.
Lewre di vê berxwedana destanwarî ya rûmetê de zanist û hunera şer a gêrîlayên YJA STAR û HPG a bi tektîkên modêrin, asîlbûn û dîroka erdnîgariya Heftanîn re bû yek û li destanên berxwedaniya dîroka PKK ê destaneke din zêde kir. Her kêlî û rojên şer û berxwedaniya di vê sala oparasyonê de û bi taybetî jî van 2 mehên dawî dikare bibe mijara romanan. Dema mirov dixwaze çend mînakên vê lehengiyê binivîse, pêşî disekine û jixwe dipirse ji çîroka kîjan lehengan dest pê bikim û gelo dikarim mafê wan seknên fedaî bidim an na. Lewre biqasî jiyankirin û meşandina vê berxwedanê nivîsandina wê jî berpirsyariyeke mezin e.
Gelo ez Xantûrê binivîsim ku tektik û rêbazên şerê modêrin bi vîn felsefeya APOGERÎ re bûyî yek û bi hefteyan li hember artêşa Nato ya duyemîn şerekî ku em jê re bêjin 2. berxwedana Kelha Dimdimê di roja me de zindî kir, meşand. Em dirêjiya sala borî deyînin aliyekî, teknîka van du mehan li ser vî girê asîl ê ku bi her kevir û darik xwe ve li hember dagirkeriyê meydan dixwine hatî şuxulandin bê hesab û bê pênase ye. Bi rastî teknîkeke wisa di şerê du artêşên hêzên egonomîk ên di şerekî cîhanî de werin hember hev de jî nayê şuxulandin. Lewre dipirsim gelo we li cihekî wisa jiyankirye ku rojê bi hezaran obîs, hawan, teng lê bikevin. Bi dehan balafirên şer bê navber bombebaran bikin. 5 keşîf bê navber li ser bigerin.? Lê li wir şervanên dilsoz ên azadiya gelê xwe bi vîneke ji pola hemû xwînsariya xwe biparêzin û her kêliyê baweriya wan a serkeftinê xurtir bibe û kêliya dijmin xwest were bi hestên tolhildana salan li dijmin bidin û sendroman bi artêşa dagirker bidin jiyankirin. Belê ev cihê mijara gotinê Xantûr e warê Rûstemê ciwan ê fedaî, fermandarên vê cenga mezin Welat, Goran û Viyanan li gel hevriyên xwe Xabûr, Çekdar û Şoreşgeran. Ev 7 leheng bûn stêrkên herî geş û li asîmanê girê Xantûrê şewq didin ji bo riya berxwedana bi dehan fermandar û şervanên cesûr ên li Xantûr dijîn agirê vê berxwedaniyê gur dikin. Lê wan ne tenê asîmanê Xantûra serîhildêr ronî kirin wan dilê tevahî hevriyên xwe jî ronî kirin bi fedakarî û fedaîbûna xwe ve. Lewre Çiyayê Xantûr ji her demê zêdetir serbilinde bi berxwedana şervanên xwe û wê tevî şervanên xwe yên azadiyê her serbilind bimîne.
Gire Qesrokê jî weke ku ji her cûre dagirkeriyê re meydan bixwîne Cenga Xantûrê silav dike. Lê çi balkêşe ku çiyayên me jî bi çanda berxwedanê xweşiktir bûne û gihane lotkeya hêza wateyê. Belê Qesrokê jî xwe bi ruhê fedaî yê hevrê Memyanan bêçaye û bi bedewiya Amarayan xemilandiye. Lewre ev girê ku sedsaleke ji ber kêlikên di navbera wê û Cûdiyê Miradan de hatine rêzikirin bi hêrse, qebûl nake û vê evîndariya wê ji Lawikê Xerîb re zêdetir kirî careke din bi ruhê berxwedana şervanên xwe re bû yek û li ber xwe da. Ev evîndarî bû ya ku hevrê Memyan lawê Botanê bi coş û kelecana serkeftinê ve biçe ser dijmin û dema birîndar bû ji bo nekeve dest dimin bi dûruşmeya bijî Rêber APO bombeya xwe bi xwe de teqand. Ev felsefeyeke jiyanê ya xwedî wateyên bilinde ku dikarê ruh-baweriyên wisa biafirîne. Amaraya kenê wê şewq dida kuntarên çiya xwedî vê felsefeya jiyanê bû ku hîna jî dengê tilîliyên wê di kuntara çiyayê Qesrokê de olan dide û li hemû gelî û newalên derûdorê balav dibe û pişt re xwe li qeraxa kuntara çiyayê Cûdî dide. Wê dengê tilîliyên vê şervana xweşik her weke melodiyeke berxwedanê di dil û guhê me de be û weregere hesta tolhildaneke mezin.
Berdewam dike……..
https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/09/14/taybet-kordineya-cenga-heftanine-keliyen-berxwedan-u-cenge-vii/