ŞEHBA – Bi diruşmeya “Em dibêjin na, ji tundiya li ser jinan re na, ji qetilkirina zarokan re na”, Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi meşekê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan li herêmên dagirkirî şermezar kirin.
Jinên ciwan ku posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên “Em dibêjin na, ji tundiya li ser jinan re na, ji qetilkirina zarokan re na” vekiribûn ji pêşiya gundê Meret El-Miselemiya ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê dest bi meşê kir û li nêzî parka navçeyê rawestiyan.
Di kombûnê de, endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Esma Ehmed daxuyanî xwend.
Piştre şanoyek li ser zewicandina zarokan û bandora wê ya neyinî li ser civakî hate pêşandan.
Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina sûcên dagirkeriyê bi dawî bû.