HEFTANÎN
Ji dîroka 16 heziran heya roja iro nêzî 4 mehaye bi pêşengtiya hêzên faşist ya Arteşa Tirk û bi desgiriya hêzên heremê yê xayin û noker êrişeke dagirkirina Qada heftanîn hatiye despêkirin. Armanca vê ittifaka paşverû ne tene haftanîn heman awayî bi rêka heftanîn dagirkirina axa başurê kurdîstan û tasfiyekirina hêza tekoşîna azadiyêbû. Lê di heftanînde berxwedaniya kû şervanên azadiyê raberkir careke din artêşa tirk di nava hesabên xwede fetisand. Bi durûşmeya ‘’ev der heftanîne ji dijminre rê nîne’’ dijmin di nava şoqek mezinda hat hiştin. Her weha ev berxwedan da diyarkirin kû wê dijmin bi hêsanî nikaribe li çiyayên kurdîstanê, warê gerilla jiyanbike û nefes bigre..Di vê oxirêde her cengawerek li pey xwe çend gotin lê rihek fedaî, dilek wêrek çalakîyên mezin hîştin. Çend gotin ji dengê cengawerên Heftanin;
Heval Zelal Siyadem: Li ser Heftanîne operasyonek dagirkirinê hat despêkirin. Ev operasyon ne tenê li hember Heftanîn e. Di şexsê Heftanînê de di esas de li hember hemû nirxên me operasyonek hate destpêkirin. Lê em heqê xwe dixwazin û ji bo heqê xwe têkoşîn didin. Ev xaka me ye. Ew tên û xaka me dagir dikin. Yê ku herî zêde bê exlaqiyê û bê mafiyê dikin jî ew in. Derfet çi dibe bila bibe muhaqaq emê bersiva vî dijminî bidin. Dijmin nikare wekî ku dixwaze dest û milê xwe bihejîne û li Heftanînê bigere. Heftanîn dergaha heval Vîyan e û ezê jî bi rihê wê yê fedaî xwe tevlî tekoşînê bikim.
Heval Rûstem cudî: Em li Heftanîn in. Moralê hemû hevalan baş e. Em gerîla ne û bê sekin di nava tevgerê de ne. Li hember teknîka dijmin şikênandina me ne mimkun e. Baweriya me bi însan e, bi fikrê Serokatiyê ye.Heval bi fedaî yê wek Ş.Goran, Ş.Welat, Ş. Şoreşger li hember dijmin sekînin. Wan hevala hevpeymana xwe ya bi şehidan re pêk anî. Ev hevalana heya dawiyê li hember dijmin sekînin û derbeyên giran jî li wan dan. Dijmin li Heftanînê de şaşo paşo bû. Dijmin bawer nedikir bi berxwedanî û şerkeriyek wisa re rû bi rû bimine. Heta dijmin di televizyonê xwe de itiraf kir got: ‘’Me kevirê Xantur jî helandin lê hîna jî çekên wan dişixulîn. Enerjiya hevalan ji fikrê Serokatiyê tê. Dijmin hîn tepa bigre jî wê nikaribe, nizanibe li van çiyan jiyan bike. Çiya warê me ye. Dijmin bi rêya teknîk bi rêka ixanetkar çeteyan, bi qoriciyan nikare serkeve. Ew ne xwediyê van çîyaya ne. Em li her dere ne. Binya her darekê ji bo me sengereke. Serkeftin ya me ye.Biji berxwedana HPG, biji berxwedana Rojava….
Heval Ferman Memyan: Ev demeke li heftanîne şerek hat despêkirin. Dewleta tirk bi hatina heftanînê armanc dike kû xaka başur dagirbike. Beriya demekê bi operasyona pençe 3 ‘de jî hin êrîş pêşxistin. Her weha hin ciha bi rêka teknîkê xast leşkere xwe lê deyne. Lê weke ku plankiri nebu. Li wan dera bi darbeyên gerillare rû bi rû hat.di çarçeweya pengava cenga heftanîn ya şoreşgerîde, bi rastî beşek giring çeken giran bûn. Ev çek di operasyonande rolek giring dileyzin. Hawan doçka çekên girîngin. em jî hawanê bikartînin. şerde rola çekên giran jibo ruxandina piskolojiya dijmin gellek bi bandore. Di şerrade çeken giran pişta artêşane. Em jî wek birima hawanê di nava şerdene. Me çend cara dijminê ku li tepê partizane bi çalakiya hawanê darbe giran lêda. Amadekariyê me mezinin. Dijmin lı kuderê xwe bi cihkiribe, ew der hedefe me de ye. İddia me heye emê bi bandor li dijmin bidin. Dijmin dibe ku hin cih girtibin lê ev nayê wê mane ku dijmin di qadê gerîllade pêşde hatiye. Ango em bê tesirkirine. Ji xwe em di wê iddiayêdene kû emê, wan cihan careke din ji dest dijmin bigirin. Armanca dijmin dagirkirine û armanca mejî ew armanca hatina wan puçkirine vala derxistine. Dijmin di çiyade bi tirsêve jiyandike. Bandora me liser wan zêdetire. Dijmin wê tucara li van çiyan rehet nemine. Wê warê me ji neyaranre bibe dojeh. Armanca me di sala 2020 ‘an de jî serkeftine….ji derveyî serkeftinê em tu rêkê cuda nasnakin….armanca me tolgirtina şehidên me ye. Armanc sekeftin û zafere…
Heval Warşîn Avaşîn: Em aniha li heftanin li girê Ş.Dersîmin. Li heftanîn êrîşên dijmin hene û berxwedaniyek rumetê tê jiyankirin.
Em li vê dere her tiştî ji nûve avadikin. Zehmetiyê xwe gellekin lê di encamde me vê derê girek çeperek berxwedanê avakiriye. Me her hevalek xwe yê şehid ji dilê xwe kir parçeyek. Bendewariyê hevala ji me mezinin. Em deyndarê keda wanin. Di nava tekoşînê de insan bi demêre pir tişta fam dike û his dike. Dema xatir xastina pir hevala bi germahiyek mezin bi hezkirinek mezin em hembêzkirin. Cara yekêye hestên pir cuda di minda hatin hîskirin. Ez piranî car bi enerjiya xwe bawerim. Tu carî li hember zorahiyên jiyanê min pes nekir. Û ez ji mirinê netirsiyam. Ger mirin hebe li pêşiya min, çawaku hemû jinên leheng ên welatê min axa xwe wek namusa xwe dîtine, min jî xwe yek ji nav refê wan dît û heft sala dinava refê azadiyêde tekoşîn meşand. Malbata min malbatek welatparêze û tevlêbunên wan jî gelekin. Ez ji bo layiqê Rêber Apo û malbata xwe bibim, di tekoşîna li hember dijminê hovanede ji şerkirinêre jî, û li ser axa xwe bi rumetî şahadetêre jî amademe. Lê wasiyeta min ewe kû heval vê xeyala min pêk bînin. Dayika min re bêjin, ger ez şehîd ketim, ger termê min girtin, bila hemû nasême derdora min kombibin. Bila muma pêxin, bi şewqa muma li derdora min bigerin û dayika min bila kefa deste min hine bike. Bila tililiyê dayik, xuşk û xaltikê min li ezmana çeng vede. Bila dayika min pêşengbe û xuşkê min tabuta min rakin.ew dem bila tenê jin bi minre bimeşin. Bila ew dem dayika min zarokên xwe yê dinjî diyarî şoreşê bike, bila çeka me li erde nemine. Lê bila hevalê me bizanibin, her salise lêdana dileme bi hevalê mere ye. Em her çiqas fiziki durhev bikevin jî, lê bila dijmin jî bizanibe dilê me rihê me her daim bi hevalê me re ye… serkeftin ya me ye… bi hêviyên rojên xweş…