BEHDÎNAN – Di çarçoveya Pêngava ku KCK’ê di 10’ê meha Îlonê de bi durişmeya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ dabû destpêkirin. Komek ji Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan qadên azad û tevlîbûna xwe ya refên gerîlla bi daxuyaniyekê ji raya giştî û çapemeniyê re ragihandin.
Daxuyaniya Ciwanan wiha ye;
Çima ciwanên Başûr berê xwe didin çiya û tevlî gerîla dibin?
Bê guman ragihandin a hewl didin mijarê berovajî bikin û bi pirsên wiha hestê gel ber bi aliyê din û xiyanetê dikişîne. Bersiva rast a vê pirsyarê li gel ciwanên ku berê xwe didin çiya û bi çekê rûmet û kerameta xwe diparêzin e.
Em jî weke çend ciwanên Başûrê Kurdistanê ku me biryara tevlîbûna nava refên gerîla daye; çend sedemên girîng ên li ser tevlîbûnê û dîsa ji bo gelê Kurd û bi taybet Başûrê Kurdistanê dixwazin eşkere bikin. A yekem dagirkeriya li ser Kurdistanê bi dawî nehatiye. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker rojane li ber çavê me êrîş gund û xwezaya welatê me dike. Li ser gelê me komkujiyan pêk tîne. Mixabin li ber vê desthilata Başûrê Kurdistanê bêdeng e. Li gel astengî û pêşîgirtina qêrînên li dijî dagirkeriyê, bûye hevkar û alîgirê siyaseta qirkirina gelê me. Em vê yekê qebûl nakin ku li dijî yekîtiya netewî û xiyaneta li gel û welat e.
Divê tu kes çav û guhê xwe li dagirkeriyê negire, tu alî û kes xwe li siyaseta birîna nanê gel, dizî, bêkarî, firotina nîva xaka Başûr, bi rêya ragihandinê hiş û mejiyê ciwanan xirakirin, tirsandin û revandin, kuştina kesên nerazî ya ku beşeke mezin a siyaseta dagikerî û qirkirina dewleta Tirk e, xwe nebihîstî û piştguh neke. Ji bo wê dibêjin ku eger yekîtiya netewî hebê, pêwîstî bi çeper û sengerên li dijî dagirkeriyê divê hebe. Ji bo wê bang li hemû ciwanên nerazî û azadîxwazan dikin, werin tevlî refên gerîla bibin û dest hildin çek û li dijî dagirkeriyê yekîtiyê ava bikin.
Rêber Apo yê ku ji bo tevahî gelan bûye çirûska hêviyê hê jî di bin êşkence û tecrîdê de ye. Ev jî şermekî mezin e. Bi vê biryara tevlîbûnê peyama azadiya Rêber Apo didin. Heta Rêber Apo azad nebe, wê dawî li zilm û dagirkeriyê jî neyê.
Di roja îro de yekan e hêza li dijî dagirkeriyê têkoşîn dike gerîla ye. Ji bo wê tevlîbûna li nava refên gerîla rêya azadî û serfirazî ye.
Di çarçoveya pêngava ‘Dagirkerî Birûxîne’ ku ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hatiye destpêkirin, ji bo rûxandina dagirkeriyê me berê xwe daye çiyayên Kurdistan ku di dîrokê de ji bo hemû dagirkeran bûye goristan. Ji çiyayên Azad ên Kurdistanê qîr dikin ku ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina Kurdistanê ye.’