NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara 2’emîn a Kovara “Yurtsever Gençlik” ya meha Îlon û Cotmehê bi şiyara “Em bi Rihê Berxwedana Heftanînê li Qadên Tolhildana Sor Azadiyê biserxînin” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û diyalogên wî bi welatparêzan re rûpelên vê kovarê tijî dikin. Edîtorên kovarê dosyayên taybet derbarê Komploya 9’ê Cotmehê û Berxwedana li Zindana Amedê amade kirine. Rojnivîs û Potreyên şehîdan têkoşîna Gerîla bi hemû xweşikbûna wê digre nava vê Kovarê. Perspektîfên ji bo Jinên Ciwan û Ciwanên Kurdistanê yên derbarê Pêngava ‘Tolhildana Sor’ û pêngava ‘Em dibêjin NA’ cihê xwe di naveroka kovarê de digre.
Di vê hejmara Kovarê de Koordîneya Cenga Heftanînê behsa kêliyên Berxwedan û Serfiraziya Gerîlayên li Heftanînê kir û binketina artêşa tirk a dagirker nirxand.
Edîtorên Kovar derbarê vê hejmarê ev tişt got:
“Di dîroka Têkoşîna me ya Azadiyê de meha Îlon û meha Cotmehê giringek xwe cuda hene. Destpêkê di meha Îlonê de Rojiya Mezin a Mirinê li Zindana Amedê gihişt serkeftinê. Berxwedaniya Xeyri’yan, Kemal’an, Akîf’an û Elî’an li dijî cuntaya qirker û faşîst a 12’ê Îlonê gihiştibû lûtkeyê. Diwarê zindana Amedê û faşîzma dewleta tirk a dagirker ku di şexsê Kenan Evren dihat meşandin, hatin rûxandin. Milîtanên pêşeng ê PKK’ê li Zindana Amedê bi berxwedaniya xwe pîvanên Têkoşîna Azadiyê avakirin û rê li Têkoşîna Çekdarî vekirin. Ev hejmara Kovara me Berxwedan û Têkoşîna li Zindana Amedê digihînin xwendevanên xwe.
Di meha Cotmehê jî dewletên navnetewî û hêzên veşartî komploya bêbext a 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê me û tevahî gelê me xistin meryetê. Me hewl da di vê hejmara Kovarê de esasê vê komploya qirêj derxînin holê. Têkoşîna Gelê Kurd, bi taybetî ya Ciwanên Kurdistanê dijî komploya 9’ê Cotmehê bûn mijarê nivîsên vê kovarê.
Di vê hejmara Kovarê de Koordîneya Cenga Heftanînê behsa kêliyên Berxwedana li Heftanînê kir. Me roj bi roj binketina dewleta tirk a dagirker û Serkeftinên Gerîlayên Azadiya Kurdistan ji bo xwendevanên xwe berhev kirin.
Me hewl da di vê hejmarê erk û berpirsyartiyên Jinên Ciwan û Ciwanên Kurdistanê li beramberî Pêngava DGH û DGK-H’ê a ‘TOLHILDANA SOR’ û pêngava ‘EM DIBÊJIN NA’ ya Jinên Ciwanên Şoreşger bi perspektîfan derbixînin holê.”
Wûn jî dikarin li ser wan navnîşanan xwe bigihînin Kovarê:
https://www.ciwantv.com/
https://www.yumpu.com/s/jakIb76pALN0S3B8
https://issuu.com/
NAVNÎŞANA DAXÎSTINÊ:
https://drive.google.com/file/d/1dbQF1600O2FZ4cIQKewnolzqGFdyj_zr/view?usp=sharing
https://www.nuceciwan51.com/ku/2020/07/24/kovara-yurtsever-genclik-disa-dest-bi-wesana-xwe-kir/