Ciwan destpêkê li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Vîlleneûve Saînt George li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Ciwanan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Kurdistanê şermezar kirin û bi pankarta bi nivîsa “Bi hev re Serhildan” meşiyan.
Di çalakiyê de bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Her wiha faşîzm hate şermezarkirin. Di dawiya meşê de li pêşiya Şaredariya Vîlleneûve Saînt George mîtîngek hate lidarxistin.
Qisekeran li qada mîtîngê ji bo pêngava ji aliyê KCK’ê ve hate ragihandin, banga tevlîbûneke xurt kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bi hev re Serhildan” bi dawî bû.