BEHDÎNAN – Navenda Ragihadina û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me 21’ê Îlonê saet di 14:00 de li qada Bektoryayê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Şîlan çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navçeya Dihê ya Sêrtê, di navbera gundên Gîver û Bûzikrayê de leşkerên Tirk ên dagirker ên rê çêdikirin demekê kontrol kirin û piştre di 20’ê Îlonê danê êvarê bi rêbaza sabotajê çalakiyeke serketî kirin. Di vê çalakiyê de wesayita dijmin bi temamî hate îmhakirin, 6 leşkerên Tirk a dagirker hatin cezakirin. Ev çalakiya bi bandor ji bo bîranîna şehîdên Botanê hate lidarxistin.
Artêşa Tirk a dagirker 19’ê Îlonê li gundên Tacê, Tilora Jêr, Tilora Jor û Kuçe yên navçeya Geverê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh a dagirker kir. Ev operasyon şeva 21’ê Îlonê bi rengekî bêencam bi vekişînê bi dawî bû.
Navenda Ragihadina û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: