BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyamek ji Fermandariya Eyaleta Zapê re şand û diyar kir, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li qada we dewam dike, çalakiya ku 17’ê Îlonê li Girê Şehîd Bîlal ê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên dijmin bi çekên ferdî û navîn hate lidarxistin, çalakiyeke encamgir bû.”
Di dewama peyamê de hate gotin: “Di çalakiyê de çeper û teknîka dijmin hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin û êrişên bi teknîka giran a dijmin ku piştre hatin kirin, bi hunereke xurt manewrayê hate pûçkirin. Piştre jî operasyona dijmin şopandin û taktîka sabotajê bi afirîneriyê pêk anîn. Ev yek bû mînaka şênber a yekbûna taktîkên dewlemend û afirîneriya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk.
Li ser bingeha xeta gerîlayên modern ên serdema nû çeperên dijmin hatin îmhakirin û piştre bi taktîka sabotajê derb lê hate xistin, gelek dagirker hatin cezakirin. Em fermandar û hevrêyên şervan hemûyan ên di vê çalakiya serketî de keda wan heye pîroz dikin, serketinê ji wan re dixwazin.
Li ser vê bingehê we û di şexsê we de hêzên eyaleta we hemûyan bi ruhê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ silav dikin û serketinê ji we hemûyan re dixwazin.”