ŞIRNEX – Çiyayê Gabarê ku li navbera navenda bajarê Şirnexê û navçeya Cizîrê ye 10 roj in bênavber dişewite. Şewate piştî operasyonên artêşa Tirk ên li herêmê dest pê kir û destûr nayê dayin ku kes şewatê vemirîne. Lewma şewat li qadeke berfireh belav bûye, bi hezaran dar, bax û baxçe şewitîne. Şêniyên herêmê hewl didin şewatê vemirînin, lê belê leşker nahêlin.
ŞEWAT BELAV DIBE
Şewata ku beriya 10 rojan li qadên Deriyê Gabarê, Deşta Dêrşewê, Qernê, Bîrava û Memîrûkayê dest pê kir, li bejahiya bajarokê Findikê yê navçeya Basanê û derdora gundê Zivingûyê yê navenda bajêr belav bû.
Şewat her wiha îro gihîşt bejahiya gundê Bagpinarê û bajarokê Berkeverê.