SILÊMANÎ – 3’emîn Festîvala Çand û Huner a Şehîd Genco ku bi dirûşmeya , “Bi Ruhê Cenga Heftanînê Dagirkeriyê Têk Bibe, Kurdistan Biparêze” ji bo bîranên şehîdên Kurdistanê tê li darxistin. Festîval li Dûkanê tê li darxistin.
Festîval di 2yê Cotmehê seat 10:00 destpê dike, di seat 17:00 an de bi dawî dibe.
Di derbarê armanc û lidar xistina festîvalê de endama komîteya amadekar a festîvalê, Zîlan Elî axifî: “Şehîd Genco, ciwanekî Başurê Kurdistanê ku xeta berxwedanê temsîl dikeye. Ji bo bîranîna wî em ê 3 emîn festîvalê çêbikin. Festîval ji bo parastina ax û çanda me ye.”
Zîlan di dewama axaftina xwe de ev gotin: “Ji bo festîvalî wê gelek hunermend, hunermendên suprîz, komên muzîkê, komên şano, gowend wê beşdarê festîvalê bike. Gelek şehsiyetên Başurê Kurdistanê dîsa wê beşdar bibin. Wê di pêşengehê de taybet qoşeya jin, pêşengeh û ji bo bîranîna şehîdên Heftanînê wê pêşengeha fotografan were vekirin. Hemû gelên Başurê Kurdistanê ji bo festîvalê vexwendiye.
Bernameya 3 emîn Festîvala Şehîd Genco wihaye:
“Hunermend
Behman Keman
Eşkan Dersîm
Necim Mihemmed
Îhsan Zîrek
Grubê Muzîkî Komeleyî Hûnerê Ciwanekanî Kurd
Grûbî Mûzîkî Mexmûr
Gruba Def a Kevana Zêrîn
Grubên Şano
Hilpirke Hewraman Grubî Yanew Siyaw Çemaney
Gowenda Rojava Koma Viyan Soran
Pêşbirke û di festîvalê de Hunermendên suprîz jî wê sahne bigire.
Navnîşanên Sosyal Mediya ê Festîvalê:
https://www.facebook.com/events/2069406286537467/
https://www.facebook.com/ShehidGencoFestival/?modal=admin_todo_tour