Navenda Nûçeyan – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Suriyê yên li Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna şehîdên Cenga Heftenînê li ser nave Şehîd Rûstem Cûdî bi şîara, “Bi Ruhê Cenga Heftenînê Dagirkeriyê Têk Bibe, Kurdistanê Biparêze” turnuvaya futbolê ku dabû destpê kirin, bi dawî bû.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Suriyê yên li Başûrê Kurdistanê di 13’yê Îlonê de ji bo bîranîna şehîdên Cenga Heftenînê û piştgirîdayîna Pêngava KCK’ê ya “Dem dema Azadiyê ye” turnuvaya futbolê ragihandibû û 6 tîm tevlî turnuvayê bûn.
Di encama lîstokan de tîma Serxwebûn û tîma Rojava bi hevre derketin fînalê. Fînalê de tîma Rojava, tîma Serxwebûn 5 û 1 têkbir û turnuvayê de bû yekemîn.
Turnuva bi merasîma xelat dayînê bi dawî bû. Merasîmê bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.
Di merasîmê de, li ser navê Rêveberiya Xweser Cemîl Rehmano axivî. Cemîl balkişand ser Cenga Heftanînê û ciwanên ku tevlî turnuvayê bûn silav kir.
Merasîm bi dirûşmeya, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.