Girkê legê – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Bajarokê Girkê legê, Di çerçoveya hemleya “emê teqez serbikevin” de, Afîşên Meşa Dirêj belav kirin.
Ciwan, Afîşan li ser dîwarên kolanên sereke û sûkê dalqandin, û hem ji Ciwanan û gel re belav kirin.
Tê zanîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Cizîrê meşek dirêj ji bo şermezar kirina komploya navnetewÎ ya li ser Rêber APO, û Têkbirina dagirkeriyê li dar dixe.
Meş di Roja 2’ê Cotmehê , ji bajarê Qamişlo destpê dike, û wê 3 Rojan ber bi bajarê Dêrikê ve bidome, her wiha agahiyên meşê wiha ye:
Cih: Qamişlo – Li ber stadgeha Heysem Kiço, heya bajarê dêrikê (3 Roj ).
Dem: 2’ê Cotmeha 2020, Sa’at 9’ê Sibehê.