Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Berxwedana li dijî êrîşên li ser HDP’ê peywira gelan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku berxwedan û helwesta li dijî êrîşên li ser HDP’ê peywira hêzên demokrasî û gelan e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/09/2020 - 22:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê bi êrîşên li dijî HDP’ê hewl dide li ser pêyan bimîne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di şexsê HDP’ê de li dijî siyaseta demokratîk a  Kurd û Tirkiyeyê êrîşeke nû ya qirkirina siyasî daye destpêkirin. Piştgiriya gelê Kurd a di 6,7,8 Cotmeha 2014’an de ya li dijî DAÎŞ’ê ji xwe re kirine hincet. Di çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê de endamên HDP’ê hatibûn qetilkirin lê niha jî hewl didin endamên HDP’ê werin darizandin. Dixwazin hêza li dijî faşîzmê ji holê rakin û tola têkçûna DAÎŞ’ê werbigirin. Derketiye holê ku desthilatdariya AKP û Tayyip Erdogan piştgirên herî xurt ên DAÎŞ’ê ne.

PLANA ÇOKDANÎNÊ

Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP’ê  di havîna 2014’an de dema ku Plana Çokdanînê amade kirin, DAÎŞ’ê jî êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Rojava zêdetir kiribû. Niha jî gelekî zelal tê dîtin ku Tayyip Erdogan û AKP’ê paralelî êrîşên DAÎŞ’ê Plana Çokdanînê daye destpêkirin. Plana Çokdanînê di civîna Desteya Ewlekariya Neteweyî ya di 31’ê Cotmeha 2014’an de hate qebûlkirin û gav bi gav kete pratîkê. Hilweşandin û xerakirina bajarên Kurdan di çarçoveya Plana Çokdanînê hate kirin.  Êrîşên li ser HDP’ê û zextên faşîst ên li ser gelê Kurd di çarçoveya vê planê de hate kirin. Qetlîama Amedê ya di 5’ê Hezîranê de, ya Sûrûcê ya di 20’ê Tîrmehê de û Qetlîama Gara Enqereyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê MÎT’a di nav DAÎŞ’ê de hate kirin. Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tevî van çeteyan êrîşî gelan kirin.

Tekane bernameyeke desthilatdariya AKP û MHP’ê heye, ew jî dijminatiya li ser gelê Kurd e. Ji ber vê jî gelekî pêdivî pê heye ku divê hêzên demokrasiyê û hêzên siyasî yên Kurd tifaqa xwe ya herî berfireh amade bikin. Heke naxwazin dor were ser wan, divê hemû kesên li dijî faşîzma AKP û MHP’ê dawî li vê desthilatdariya faşîst  bînin. Ev desthilatdarî yek ji desthilatdariya herî qels a dîroka Tirkiyeyê ye. Yek ji sedema ku li ser pêyan in ev e ku hêzên li dijî faşîzmê nikarin werin ba hev û têbikoşin.

BI ÊRÎŞAN RE LI SER PÊYAN DIMÎNIN

Piştî êrîşa qirker a li ser HDP’ê ji bo ku qelsiya xwe kêm bikin êrîş kirin. Îspata şênber a van zext û êrîşan êrîşên li ser Dayikên Şemiyê bû. Êrîşa qirker a li ser HDP’ê jî encama vê qelsiyê bû. Ji ber ku çiqasî zext kiribin jî hêzên demokrasiyê, HDP û gelê Kurd li hemberî van zextan stûyê xwe xwar nekirine. Jin û ciwanan li hemberî van zextan stûyê xwe xwar nekirine. Ligel van êrîşan vê desthilatdariya faşîst hê jî qels e. Ji ber vê jî her dem tirs ava kirine û xwestine desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêlin. Bi tirsê re ew ê nikaribin tirsa xwe bişkînin. Zexta faşîst a di nava welat de û polîtîkaya şer ev desthilatdarî teng kiriye û aniye ber asta hilweşandinê.

FAŞÎZM BI TÊKOŞÎNA GELAN DIKARE HILWEŞE

Nabe ku mirov tiştekî ji vê desthilatdariya faşîst bixwaze û jê bendewar be. Li dijî faşîzmê bi tenê divê berxwedan hebe. Ev ji bo tifaqên antî faşîst gelekî girîng e. Bi berxwedanê ev hêza faşîst dikare were şikandin. Dema faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin wê pêşiya demokratîkbûnê jî vebe. Feraseta heke Erdogan û Bahçelî biçin wê çi biguhere, feraseteke şaş e. Dema ev desthilatdarî hilweşe wê polîtîkayên wê jî biçe. Ketine ji desthilatdariyê ya Erdogan û Bahçelî wê bibe pêngaveke şoreşger û demokratîk.

Ev desthilatariya faşîst qels e. Ji ber ku ev desthilatdarî hem li hundir hem jî li derve lawaz e, pêngava ‘Hilweşandina faşîzmê û avakirina demokrasî û edaletê’ hate destpêkirin. Ev pêngav ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn pêngava demokrasî û azadiyê ye. Di serî de jin û ciwan divê gelê Kurd, hêzên demokratîk şoreşger û gelên Tirkiyeyê bi hev re li dijî faşîzmê têkoşînê mezin bikin. Faşîzm bi têkoşîna gel dikare hilweşe. Bi daketina qad û kolanan a jin û ciwanan û gel dikare hilweşe. Pêwîstî pê nîne ku bi milyonan kes li navendekê bi tenê li hev kom bibin. Her kes eger li taxa xwe, li kolana xwe li dijî faşîzmê rabe ser piyan, wê ew desthilatdarî di demeke kurt de hilweşe. Faşîzm wê mîna qesra qaçax, şatoyên ji kaxizê ji hev bikeve.

Faşîzm hewl dide îradeya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê têk bibe. Bi vî rengî dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Ji ber vê yekê li hemberî êrişan divê mirov paş ve gavê neavêjin, berevajî divê hêrs bê mezinkirin û têkoşîn bê geşkirin.

‘RABÛNA LI BER ÊRIŞÊN LI DIJÎ HDP’Ê WEZÎFEYA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ Û GELAN E’

Divê jinên Kurd bi ruhê azadiyê bi rola pêşengiyê rabin ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi xwe re rakin ser piyan. Pêwîste ciwanên Kurd ji bo hilweşandina faşîzmê her kolanê, her taxê veguherîne qada çalakiyê. Li Bakurê Kurdistanê û Tiriyeyê bi hişmendî û ruhê serhildanê yê bi dehan salan tevlî têkoşînê bibin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan jî xwedî wê ast û danheviyê ye ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bi rola dîrokî rabe. HBDH divê li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna li dijî faşîzmê xurtir bike.

Êrişên li dijî HDP’ê ne tenê li dijî gelê Kurd e, êrişên li dijî HDP’ê êrişên li hemberî komên bawerî, etnîkî û hêzên demokrasiyê ye ku di bin sîwana HDP’ê de kom bûne. Lewma rabûna li ber êrişên li dijî HDP’ê wezîfeya hêzên demokrasiyê û gelan e. Li ser vê bingehê, li dijî vê desthilatdariya ku bi rêya daîmîkirina qirkirina siyasî hêzên demokrasiyê dixe zindanan, bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku bi dirûşma ‘Dem dema bidestxistina azadiyê ye’ têkoşînê mezin bikin.

Di serî de jin û ciwan em bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku bi ser faşîzmê ve biçin, desthilatdariya faşîst a tifaqa AKP-MHP’ê ya li ser tirsê ava kirine, hilweşînin. Dem dema hilweşandina faşîzmê ye, dema avakirina demokrasî û bicihanîna edaletê ye.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk a dagirker xwe ji operasyoneke nû ya dagirkeriyê re amade dike

Nivîsa Pêş

ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2020’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê ÎLONA 2020’AN

ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2020’AN

Şerê Taybet Beşa XI: NETEWPERESTÎ, ASÎMILASYON Û QIRKIRIN

Şerê Taybet Beşa XI: NETEWPERESTÎ, ASÎMILASYON Û QIRKIRIN

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.