NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Bersivdayînê ya YPS-JIN a Şehîd Zelal Xerzan di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî û sîxûr-nokeran’ 2 wesayîtên faşîstan şewitandin û stasyoneke ya bazê rûxandin.
Di daxuyaniya hate dayîn de ev hate gotin: “27’ê Îlonê li Ispartayê kamyonek û dîsa 23’yê Îlonê li navçeya Eyyûbiye a Rihayê mînîbûseke bi plakaya 68 HE 361 a faşîstan hate şewitandin. Di her du çalakiyan de wesayît bi temamî şewitîn.
19’ê Îlonê saet 23:00’an li dijî stasyona bazê ya li ser rêya navbera Farqîn-Bismilê de çalakiyek hate kirin. Di encama çalakiyê de stasyona bazê bi temamî hate rûxandin.
‘EM Ê TOLÊ HILÎNIN’
Em jin li dijî êrîşên dewletê yên destdirêjî û destavêtinê li her derê xwe biparêzin. Wê hesabê hemû zilmê bê pirsîn. Bi ruhê Xwerêveberiyê li her qadê, li kolan û li her derê em ê tolê hilînin.”