Dewleta Tirk ji êrişa dagirkeriyê ya Pençe-Kaplan a li dijî herêma Heftanînê ku di 17’ê Hezîranê de da destpêkirin, tu encamek bi dest nexist û vê carê rêbazên nû xistin dewreyê. Artêşa dewleta Tirk li herêma êrişê encamek bi dest ve neanî û li herêmê MÎT’a dewleta Tirk bi desteka Parastin û yekîneyên taybet ên bi destê PDK’ê hatine avakirin, bê astengî tev digere.
Li Başûrê Kurdistanê hem pergalên navneteweyî hem jî dewletên herêmê her tim xwestiye planên xwe yên biservekirinê pêk bînin. Têra xwe aşkera ye ku êrişên li dijî Başûr “dagirkerî” ne lê dîsa jî tu dengek ji rêveberên PDK’ê û hikumetên herêmê dernakeve. Ev jî têrê nake û her roj tifaqên qirêjî yên nû pêk tên û li dijî tevgera azadiyê ya Kurdan êrişên dijminane pêk tên. Heke mirov bala xwe bide dîroka nêzîk, xuya dibe ku dema dewleta Tirk benên PDK’ê tev xistin destê xwe, hêzên xwe yên leşkerî û îstixbaratê xistin herêmê.
Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di sala 1991’an de li dij îHerêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên “derveyî sînor” pêk anîn û li xeta Hewlêr-Dihok-Zaxoyê kampên îstixbaratê yên veşartî çêkirin. Bi demê re ew kamp kirin baregehên leşkerî û bi hezaran leşker û cebilxane lê bi cih kirin. Di halê hazir de li Bamernê, Şêladizê, Batûfa, Kanîmasî, Kirbî, Sînekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo ve Amêdiyê baregên dewleta Tirk hene. Li wan kampan li gel bi hezaran leşkeran, tank, top û çekên giran hene. Dîsa dewleta Tirk da ku xwe bigihîne sînorên Mîsaqî Mîllî piştî sala 2014’an li Başîqa, Soran û Qeleçolan gelek kamp çêkirin û bi awayekî mayînde li wan deveran bi cih bû. Ji bo ku parekê ji dewlemendiyên Mûsil-Kerkûkê hilde û Başûr li sînorên xwe zêde bike, roj bi roj êrişên xwe berfirehtir dike. Her çend carinan li hemberî van êrişan bertek derkevin jî, dewleta Tirk bi desteka ji hikumeta herêmê li pey xeyalên xwe yên Osmaniya Nû ketiye.
JI PDK’Ê DESTEKA TAMPON JI ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ RE
Operasyonên dagirkirinê bê navber berdewam dikin û hikumeta Başûr a bi serkêşiya PDK’ê jî desteka ji êrişan re didomîne. Dewleta Tirk a dgirker dizane ku heta desteka PDK’ê nebe nikare Başûr dagir bike û planên nû xistin dewreyê; herêmên ku ji ber berxwedana gerîla nikare bikeviyê, bi qereqol û baregehên PDK’ê bi çavdêriya MÎT’ê ava dike, dixwaze bikeviyê. Di çarçoveya vê planê de di wan rojên derbasbûyî de PDK’ê bi serkêşiya fermandarê Hêza Destekê ya Pêşmerge Sîhan Barzanî li Biradost û Lêlîkanê navend û nuqteyên çavdêriyê yên nû ava kirin. Endamên MÎT’ê li wan nuqteyan hatin bicihkirin. Ji bo qadên gerîla werin çavdêrkirin, cebilxane û çavkaniyên darayî yên gerîla hîn bibin, bi Parastinê re dest bi tevgerên berfireh kirin. Armanca dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê ve sînordar nebû. Aliyekî din ê vê planê jî ew bû ku herêmeke tampon ava bike û li herêmê gelek deverên ji aliyê stratejîk ve girîng in, bixe bin kontrola xwe. Ji bo vê yekê şandeyeke ji fermandarên PDK’ê pêk tê, bi beşdariya nûnerê MÎT’ê yê Dihokê 23’yê Tebaxê li gungê Kore yê Mesîfê civînek li dar xist û tê de plan dê çawa pêk were û dê kîjan peywirê bidin kê, hatin nîqaşkirin.
PLANA DORPÊÇKIRINÊ YA BI ÇETEYÊN JI SÛRIYÊ ANÎNE
Di çarçoveya stratejiya çêkirina herêmeke tampon de PDK’ê peywireke nû da pêşmegeyan da ku li ser xeta sînor dîwarekê çêkin. Her wiha îdiayên cidî hene ku ji Sûriyê çete anîne wan qereqolên PDK’ê yên di bin kontrola MÎT’tê de. Her wiha hin agahiyên din jî hene ku çeteyên ji Ereb û Tirkmenên sunnî yên ji derdora Mûsilê berhev kirine, li kampên Batûfa, Bamernê û Amêdiyê bi cih kirine û bi vî awayî hewl didin herêmên Heftanîn û Metîna kontrol bikin.
Tê zanîn ku armanca herêma tampon ew e ku cihê derbasbûnê yê Gare, Zêbare, Metîna û Heftanînê bixin kontrola xwe. Mijareke din jî ku behs pê tê kirin; ji Şêladizê heta Ava Xabûrê her kîlometreyekê carekê dê qereqolên pêşmergeyan çêkin. Aliyekî din ê vê planê jî, Kanîmasî ya li hemberî Bamernêyê herêma Heftanînê bixin dorpêçê, xeta berxwedanê têk bibin û li herêmê xwe mayînde bikin. Dîsa li rojhilatê Heftanîn û Metînayê, bi kampên li Amêdî, Dêrelûk û Şêladizê herêmên Zê û Zagrosê bixin bin kontrola xwe. Her wekî tê zanîn, li wan herêman dewleta Tirk a dagirker ji gerîla derbên giran xwarin û gelek windahî dan.
ENDAMÊN MÎT’Ê LI HER DERÊ NE
Başûr ji gelek aliyan ve bûye navenda MÎT û hêzên taybet ên dewleta Tirk. MÎT li her dewletekê 2-3 personelên xwe bi cih dike, lê belê li Başûr ji xeynî xebatên demkî, 7-8 personelên daîmî hene. Li balyozxaneya Hewlêrê ji xeynî yên fermî, yên ne fermî jî hene. Li Silêmaniyê di hotêla Tîtanîk de cihê ku li ser navê navê dewleta Tirk karên pasaportan tên kirin, 3 personelên MÎT’ê dixebitin. Balyozxaneya li Hewlêrê, nûnertiya bi navê Kaplan a li Hewlêrê, li Kerkûkê navend û şaxên Eniya Millî ya Tirkmenan û baregehên li Behdînan û Başîqayê, koma Heşdî Wetanî û baregehên pêşmergeyên Roj, bûne navendên MÎT û hêzên taybet ên delweta Tirk. Her wiha li Mesîfê ya Hewlêrê, li devera Leşkerî Taybet (yekîneya leşkerî ya taybet a PDK’ê) yekîneyeke mayînde ya biçûk heye.
MÎT û hêzên taybet ên dewleta Tirk li wan deran xwe sazkar dikin û Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi giştî Başûrê Kurdistanê, Şengal, Rojava û Kurdistanê li dijî gelê Kurd agahiyan berhev dikin, hewl didin ji eniyan şervanan birevînin, koornîdatên deverên ku bên bombebarankirin, diyar dikin û suîqast û sabotajan pêk tînin. Di ser van navendan re ji aliyekî ve xebatên xwe bi rêxistin dikin, bi rê ve dibin û ji bo vê jî gelek kesên di nava Parastinê de bi xwe ve girê dane û didin xebitandin. Ji aliyekî din ve jî beramberî pereyan ji sivîlan û rêxistinên sûckariyê, di ser Tirkiyê re dihêlin qaçaxçîtiya hişbir û mirovan bikin. Vê yekê jî bi rêya Eniya Millî ya Tirkmenan, Heşdî Wetanî û pêşmergeyên Roj temam dikin. Xeleka dawîn a vê torê jî têkiliyên bi Parastinê re ne.
Parastin êdî bi yekcarî bûye şaxekî MÎT’a dewleta Tirk. Xebata sereke ya Parastinê; baregeh, şêweyê tevgerê, cebilxane, jêderên aborî û têkiliyên gerîla deşîfre bike û derbe lê bixe, bi dest bixe. Van fealiyetên xwe li Bakur jî pêk tîne. Têkiliyên Parastinê bi MÎT’ê re di ser civînên heftane, lêpirsînkirina kesên ji eniyan reviyane, parvekirina girtekên lêpirsînê û xebatên ji bo armancên stratejîk ên demdirêj re pêk tên. Di wan civînan de Parastin agahiyên têkildarî PKK, YNK-Zanyarî û Îranê jî bi MÎT’ê re parve dike.
HER TIM SIVÎLAN DIKIN ARMANC
Li Başûr herêmek nemaye ku dewleta Tirk bombebaran nekiribe an jî êriş lê nekiribe. Ji Mexmûrê heta Silêmaniyê gund, bajarok û cihwarên sivîlan bê teredut êriş lê tên kirin û bi dehan sivîl tên kuştin. Valakirina gundan jî zêde bûye, li gorî daneyên fermî bi tenê di vê sala dawîn de 500 gund hatine valakirin. Herêmên ku gerîla lê tune ne jî, hatin bombebarankirin, sivîl qetil kirin û hewl dan bi vê yekê aciziyê çêkin û gel neçar bihêlin ku koç bikin. Di bomberabranan de 37 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. Ev hejmar jî tenê ew in ku ketine belgeyan. Dewleta Tirk wan herêman bê navber bombebaran dike û hewl dide herêmê bike devereke bêmirov û koçberî an jî nokeriyê li gel ferz bike.
HEVKARIYA MÎT Û PARASTINÊ
Tê zanîn ku MÎT û Parastinê hevkariyeke xurt heye. Ji aliyekî ve êrişên dagirkeriyê dewam dikin, ji aliyekî din ve bi tora îsxrixbaratê dixwazin herêmê bi yekcarî bixin bin kontrola xwe û ji hundir ve dagir bikin.
Li Başûrê Kurdistanê di salên dawîn de çekeke din a dewleta Tirk jî şîrketên Tirkan in. Zêdetirî 350 şîrketên dewleta Tirk li Başûr dixebitin. Tê zanîn ku piraniya wan şîrketan paravan in û ji bo MÎT’ê dixebitin. Bayozxaneya dewleta Tirk a li Hewlêrê bûye navenda tevgerên MÎT’ê yên li Başûr û li Hewlêrê di nûnertiya bi navê KAPLAN de endamên xwe bi rêxistin dike û ji wê derê gelek agahiyan berhe dike. MÎT bi Parastinê re têkildarî gelê welatparêz agahiyan berhev dike, hewl dide ji nav PKK’ê gerîlayan birevîne, koordînatên deverên ku bêne bombebarankirn, bi dest dixe, kesên ku suîqast û sabotajan pê bidin kirin, diyar dikin û toreke sîxuriyê çêdikin. Bi vî awayî xuya dibe ku Parastin êdî bûye şaxekî MÎT’a dewleta Tirk.
Dema ku mirov van rûdanan tevan dide ber çavan, ev yek pir baş xuya dibe; xiyaneta ku xeta PDK-Barzaniyan li gel dewleta Tirk dike, di nava civakê de teşhir bûye. Komkujiya êzidiyan a li Şengelê û xiyaneta li Kerkûkê derxist holê ka malbata Barzanî û PDK çi ne. Dagirkeriya mêtingeriya Tirkan, valakirina gundan, zirarên li erden çandiniyê dikin, ji hêla aborî ve ji bo gel gelek astengî çêkirin. Gel ji siyaseta heyî û hewldana dagirkeriyê gelekî aciz e. Û êdî her kes jî paş pê dizane ku ev êrişên dagirkeriyê bi tenê li dijî PKK’ê nîn in, li dijî tevahiya Kurdistanê û neteweya Kurd in.
Çavkanî: ANHA
ERDOGAN ALTAN