NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên hatine wergirtin polîsan vê sibehê dîsa endam û rêveberên HDP’ê kir hedef.
Di serdegirtina malan de Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer û Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Bariş Karabiyik hatin destgîrkirin.
Şofer û Karabiyik hefteya borî ji bo protestokirina operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê roja Duşemê li pêşiya partiyê çalakî li dar xistibûn.