QAMİŞLO – Tevgera Xwendekarên Demokratîk amadekariya Cihê şahiyê ber bi dawî ve dibe, her wiha tê zanîn ku Tevgera Xwendekarên Demokratîk îro li Bajarê Qamişlo di saat 5’an de şahiyeke lidar dixe, Şahî li Parka Dreamland ya nava bajar de dê were lidar xistin.
Xwendekara bi navê SeyraN Sîno ya ji Efrînê got: ” Em îro hatin vir amadekariya konserê dikin, ji xwe tevgera Xwendkarên DemokratÎk îro şahiyeke lidar dixe, bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê, Em ê teqez Serbikevin” me xwest di riya vê konserê de ji gel û ciwanên xwe re moral bidin.
Her wiha Endama Komîta amadekar ya Konserê Selwa Elî got: “Em wek xwendekar di vê pêvajoyê de gerek em xwe bêtir bi rêxistin bikin, em li vir amadekariya konserê dikin. ”
Xwendekara bi navê Tolîn got: “Em wek komîta amadekar ya Konserê em li vir amadekariya konserê dikin, em xwendekar û ciwan li virin, ev konser Ciwanên Şoreşger û xwendekar lidar dixin.”
Di dawiyê de xwendekara bi navê Mewlide ya ji Efrînê: ” Ev şahî bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê” ji bo moralek bidin ciwanan wê were li darxistin.”