AMED – Operasyona qirkirina siyasî ya li ser partî, sazî û dezgehên Kurdî didome. Vê sibehê bi lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê gelek xebatkarên partî, sazî û dezgehên Kurdî hatin destgîrkirin. Nûçegihan Hakki Boltan, Rêveberê Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP’ê Edîp Bînbîr, endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Sûrê Omer Fîlîtoglu, endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mele Naîf Erdem û Mele Emîn Ay, endamê Sendîkaya Enerji, Sinayî û Madenan a bi ser Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK) ve Medenî Tutşî, Hevşaredara HDP’ê ya Egîlê ku ji peywirê hatibû girtina Gulîstan Ensarîoglu, rêvebera berê ya HDP’ê ya bajêr Çîgdem Ektî û Mekiye Guzel hatin destgîrkirin.
Kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.