NAVENDA NÛÇEYAN – Aktivîstên Karalayê yên Enqerê, ji bo Servet Tûrgût ê ku li navçeya Şaxê ya Wanê piştî ku jê hêla leşkeran ve hatibû destgîrkirin, ji helîkopterê hatibû avêtin û îro jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke bi pankart lidar xistin.
Aktivîstan li navçeya Çankayayê, pankarta li serê nivîsa “Servet Tûrgût dewleta ku wî ji helîkopterê avêt qetil kir” nivîsandî, bi pêra 96’an ve daleqandin.
Karalayê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê çalakiyê de daxuyanî da û destnîşan kir ku dewletê Servet Tûrgût qetil kiriye û ew vê yekê li kûçeyên Enqereyê diqîrin.