QERS – Li Qersê bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî polîsên Tirk bi ser mala rêveberên Şaredariya HDP’ê û rêveberên partiyê de girtin. Polîsên Tirk bi çarçoweya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qersê bi ser mala Hevşardar Şevîn Alaca û Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Cengîz Anli de girtin. Di operasyonê de derheqê 19 kesan biryara girtinê heye, piştî ku polîsên Tirk bi ser malan de girtin Alaca û Anli jî di nav de gelek kes hatine kelepçekirin û destgîrkirin.
HDP’yî bi îdîaya ku ‘endamên rêxistinê’ ne birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Hin kesên ku hatine destgîrkirin: Hevşaredar Şevîn Alaca, Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Cengiz Anli, Alîkara Hevşaredar Muazzez Çagritekincî, Fahrettîn Kaya, Kaya Nakî, Suat Bayhan, Hamît Taşdelen, Reîz Baykiz, Zorba Başkurtlu, Bulent Agbaba, Şengul Erkmen, nûçegihan Sevda Munduz.