RİMÊLAN – Di Konferansa 2’emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Cizîrê de, Rêveberê Tevgera Ciwanan Sadiq axaftinek kir û tê de rewşa Siyasî nirxand, û behsa siyaseta dewleta dagirker a Tirk li Rojhilata Navîn û êrîşên wê li dijî welatên Rojhilata Navîn wek Ermenîstan, Lîbya, Sûriye, Iraq, Yemen û yên din kir.
Her wiha bal kişand ser rola ciwanan di nava civakê de, hêza ku ji ciwanan derdikeve û dikare biguhere çêtir, û rola pêşengî ya ciwanan di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de, divê ciwan rola xwe ya bingehîn di kampanyaya “Dem Dema azadiyê ye” … “Em ê Teqez Biserbikevin” bilîzin û hemû pilanên dijminahiya Kurdistanê bi giştî têk bibin.