NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed /Sakîne Cansiz di daxuyaniyê de derheqê çalakiyên li Stenbol, Wan, Bedlîs û Amedê agahî da.
Li gorî daxuyaniyê çalakiyên ku li 4 bajaran hatine kirin wiha ne:
STENBOL
Yekîneyên Tolhildanê ragihandin ku 30’ê Îlonê li Kanarya ya Stenbolê wesayiteke serwîsa Qeymeqamiya Gundê Sefa hatiye şewitandin, li Buyukçemeke jî restoraneke ku fihûş lê dihate kirin hatiye şewitandin, her wiha li Pendîkê jî lokaleke ku kumar lê dihate lîstin hatiye şewitandin.
WAN
Yekîneyan her wiha ragihandin ku wan 27’ê Îlonê li Artemêtanê wesayiteke sivîl a AKP’yiyan şewitandine, 28’ê Îlonê li ser kola Demokrasiyê ya Bostanîçî li dijî wesayitekê qereqola Bostanîçî bi teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û çekên ferdî çalakî kirine. Yekîneyan diyar kirin 29’ê Îlonê li ser rêya Payizava jî li djî stestyona bazê ya mobêsa a şîrketên GSM’ê bi sabotajê çalkî kirine û ew îmha kirine, 30’ê Îlonê jî wesayiteke Doblo a cerdevanan li Şabaniyê hatiye şewitandin.
BEDLÎS
Yekîneyên Tolhildanê ragihandin ku li Bedlîs-Xîzanê jî stesyoneke bazê hatiye şewitandin, 27’ê Îlonê jî li navenda Bedlîsê û Tetwanê afîşên dîtbar daleqandin û nivîs li dîwaran hatine nivîsîn.
AMED
Herî dawî hate ragihandin ku 27’ê Îlonê li ser rêya Êlihê ya Bismilê qemyoneke barkirî ya faşîstan bi sabatojê hatiye şewitandin û ziyan gihaştiye ser qemyonê.