RIMÊLAN – Konferans bi xwendina rapora salane ya xebatên tevgerê ya herêma Cizîrê dest pê kir û nîqaş li ser heta kirin. Her wiha mijara şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker, pergelên kapîtalîst û dewletên herêmî li ser ciwanan dimeşîne hate nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin.
Pêşniyar di dawiya konfernasê de wekî biryar hatin destnîşankirin.
Ji biryarên ku hatine girtin;
-Bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
-Bi rihê gelên şoreşger ciwan werin birêxistinkirin.
-Rabûna li hemberî dagirkerî û şerê taybet ku li dijî ciwanan tê meşandin.
-Ciwan di nava komînan de werin birêxistin.
-Li hemû herêman, akademiyên perwerdeyê yên kurdî û erebî ji bo ciwanan werin vekirin.
-Beşdarkirina ciwanan di nava komîteyên parastina civakî.
-Qada werzîşê were pêşxistin û geşkirin. Her wiha koperatîfên aborî werin vekirin.
Di dawiya konferansê de 30 endamên rêveber ên meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê hatin hilbijartin.