NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî amadekariyan şer zû de destpêkiribû. Ji şevên dirêj û sar, xew zû de reviyabû. Her kes di sengera xwe de, dest li ser tetîkê bû. Lê bi derketina berbangê, bi tirêjên rojê yên sibê xwe nîşan dide keşif tê kirin, pişti demê çûkanî ger derfet hebe bi derbasbûna cihên tenha me îstirehet dikir. Bi westandin û bê xewmayîna ji şev mayî, ji bo derbasbûna sermaya ku heyanî hestiyên me xwe dida hîskirin di bin rojê de me xwe dirêj dikir. Demsal payîz bû, piştî nîvê şevê avî diket erdê, heyanî siharê her der sipî xuya dikir. Ax qeşa digirt. Tirêjên rojê ku aviya li ser axê diheland, hêdî hêdî laşê me jî bi germ dikir.
Piraniya avahiya gerîla şervanên nû bûn. Li ser gelek hevalan hîna cilên sîvîl hebû. Hîn derfetên dîtina perwerdê nebûbûn, şer rû dabû. Jiyan, têkoşîn, naskirina dijmin di derfetên şer ên herî dijwar de pêş diket. Sala ’92, yek ji salên ku di dîroka partiyê de tevlîbûnên mezin çêbûne bû. Ji serhildanên ku ji salên ‘90’î xwe nîşan dabû, adeta weke pêtekî li refê û li çiyê xwe nîşan dida. Bi awayekî komên mezin, dihatin çiya.
Ev salên ku hişyarbûnên civakê destpêkiribû, yek ji nîşaneyên ber bi çav a aloziyên ku civak jiyan dikir bû. Piraniya tevlîbûnan hevalên jin bû. Di dîroka gerîla de, pêvajoya ku herî zêde tevlîbûn çêdibû bû. Jin a ku berê xwe dida çiyayên azad, bi xwe re civak, gel, pergal û dijmin jî hişyar kiribû. Ji ber vê, dijmin di şerê xwe yê li hemberî PKK’ê de operasyonên herî berfireh û giran a ji derveyî sînorên xwe pêk dianî.
Di wan rojên ku şer bi hemu germahiya xwe dimeşiya em li ser girê Xantûr ê herema Heftanîn’ê bûn. Pênç-şeş hevalên birîndar anîbûn gel me. Agahiya min ji hatina wan hevalan nînbû. Carekî de min wan hevalan dît. Hemu di nav xwînê de bûn. Rûyê hevalekê ji ber xwînê sor xuya dikir. Ji aliyekî ve rûyê xwe paqij dikir, ji aliyê din ve jî bi eynikê li xwe mêyze dikir. Carekî de tişta destpêkê hat bîra min şerê li Wîetnamê hatibû jiyîn bû. Fîlmên ku li ser wî şerî hatibû çêkirin bû.
Vayê, di wê kêliyê de min hîs kir ku ev şerekî ye û her çiqas li ser şerên li Kurdistanê fîlm nînbe jî heman êş tê jiyankirin. Vê carê ne li cihekî dûr bû, ez jî di nav de bûm.
Bi rastî jî, her tim berdelê bawerkirin, bi hemu hêza xwe bawerî dayînê çêdibe. Bi gotin bihîstin, bi çav dîtin dibe rûyên ji hev cûda yên bi rastî jî jiyankirinê. Her çiqas bi êş be jî, encam her tim ji bo her kesî dibe fêrker. Însan di nav êşan de tên perwerdekirin. Wê rojê, li gira ku jêra me diket şerekî dijwar qewimî bû û ji bilî wê hevalê birîndar, hevalek jî şehît ketibû. Dijmin bi tanqê xwe li sencera doçqayê dabû. Ji ber wê ji bo hevalên li gir disekinîn pêdiviyê xwarin û vexwarinê hebû. Em dû heval jî ji bo vê hatin erkdarkirin. Bêyî ku dûdiliyek jiyan bikim min xwe amade kir. Hevala din jî bi heman awayê rûxmê ku hîn nû bû û bê tecrube bû xwe amade kir.
Me tiştên pêwist girt û em derketin rê. Roj bûbû êvar. Ezman bi rengê şînekî tarî xwe xemilandibû, di nav kêm ronahiya stêrkan de, em bi stêrkan re dost û bi taritiyê re rêheval bûn. Ji derveyî van tiştekî ku bi me re dimeşiya û dibû şahid nînbû. Ji derveyî dengê ku bi hatina bayê hişk ji çiqilên daran û pelan dihat rêya me aramî xuya dikir. Şev tarî bû û hele hele dema em ketin patîkaya di nav daristanê de, ji ber daran ezman xûya nedikir.
Divê em bêdeng meşiyaban. Tiştê ku dihat gotin min pêkdianî, ji derveyî vê ez rehet bûm. Ji ber ku şervanê nû bûm. Bi awayekî giştî ji hemu rastiyan agahiya min nînbû. Ne min dîtibû û ne jî jiyankiribû. Tiştê ku ji dûr ve hatibû jiyîn jî pir zêde nebûbû fêrker. Hevala ku em bi hev re dimeşiyan got ‘gelo em gule bidin ber çeka xwe’. Vayê di wê kêliyê de min ferq kir ku çeka min heye û ez di nav şerekî de me. Ji bo gule dêynim ber çeka xwe min mekanîzmayê kişand. Ji ber ku nûbûm, hevala din hat çekan min kontrol kir û got ‘emniyetê bigre’.
Piştî meşekî dirêj, bi awayekî westa em gihiştin hevalên xwe. Berbarang dan me û em çûn istirehetê. Cihê ku em çûn îstirehê mevziyekî ku hevalekî ji me re behs kiribû û min cara yekemîn didît bû. Divê tedbîr ji dest nehatiba derban. Û wisa jî kirin. Ji westandin, bê xewiyê em bê hal ketibûn. Di meşê de ji xwe em şil bûbûn. Rûxmê van hemuyan jî xew me nedigirt. Bi wê westandinê em li benda siharê man, heyanî siharê rewşa me wisa berdewam kir.
Di şeveqa rojê de me cihên xwe guhart. Ji ber fêr nebûnê laşê me hişk bûbû. Hemu laşê me tevizîbû û em hêdî hêdi diketin nav rastiya ku hatibû jiyîn. Em di lûtkeyên çiyayan de de diman. Li gor tavê me cihê xwe girtibû. Me hewil dida ku em tirêjên destpêkê yên rojê bigrin, wisa jî dibû.
Ew roj tirêjên rojê sor bû. Her çiqas nûbûyîn di şer de zehmet be jî, hêviyên rojên xweş ên ku tu ji bo wê têkoşîn dimeşînî hebûn. Ev bawerî li ser lingan digirt. Rûxmê kêm derfetên çiyê û bi taybet jî yên şer hemu rêheval bi moral, kêfxweşî, bi xwestek û kerkariya xwe hemu zehmetiyan derbas dikirin. Di şerê Başûr de, ez wek şernavekî nû tevlîbûm. Bi dilgermî û berxwedaniya bê hempa yên gerîlayên ciwan, hêzên faşîst û hevalbendên wan hatin têkbirin. Mehekî sax, me bi teyare, tanq û qobrayan şer kir. Cebilxaneya me tenê qileş û dilên me bû. Lê di navbera me û wan de ferqekî mezin hebû. Ew ji bo berjewendiyên xwe însanan dikuştin, me ji bo jiyankirina însanan parastina rawa dikir. Ew li ser axa me, li cihên dûrî welatê xwe însanan dikuştin. Me jî gelê xwe yê bê çek diparast. Piştî şerekî bê hempa ya mehekî, êdî ez gerîlayek jin a Kurd a bi tecrube bûm. Gerîlayek zû bi zû teslîmiyetê qebûl neke…
Melsa Hêzil