QAMİŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê di bin şiyara “Dem dema azadiyê ye, Em ê Teqez Biserbikevin” meşa dirêj a 3’ê rojan wê bidome lidar dixe.
Meşa dirêj a 3’ê rojan wê ji bajarê Qamişlo heta bajarê Dêrikê bidome. Meşa dirêj a Ciwanên herêma Cizîrê saet 09.00’an li ber stadgeha Heysem Kiço bi daxuyaniyekê destpê kir.
Ciwan wê îro bimeşin heta bajarê Tirbespiyê. Wê di bername xwe ya êvarî de film temaşe bikin. Ciwanên ku tişortê bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan lixwe kirin, pankartên wek ‘Bimre Îxanet’, û ‘Dem dema Azadiyê ye Em ê Teqez Biserbikevin’ hilgirtin. Ciwan bi kelecanek mezin berbi bajarê Tirbespiyê dimeşin.