NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Bersivdayînê yên Şehîd Soro Amed bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku di seat 02:00’ê şeva navbera 30’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê de, li Îzmîrê li dijî navenda polîsan a li kêleka ava Yeşîldereyê çalakiyek sabotajê lidar xistine.
Yekîneyên Bersivdayînê yên Şehîd Soro Amed destnîşan kir ku teqînek mezin jî çêbûye û got: “Me agahiya gelek birîndaran girtine, lê hêjmara miriyan ne hate zelalkirin. Çapemeniya şerê tayber bi şêweyek lezgîn li ser vê teqînê re girt.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Marmarîs û Bodrumê jî rêze çalakî hatine kirin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan a li ser hemû gelê Kurdane û teqez kirin ku hetanî tecrîd dewam bike wê çalakî jî bidom in.