TIRBESPIYÊ – Ciwanên Rojavayê Kurdistanê roja yekemin a meşa dirêj ya ji bajarê Qamişlo destpê kirbû, li bajarê Tirbespiyê bidawî kir. Meşa Dirêj a Ciwanên Rojava îro bi şiyara “Dem dema azadiyê ye, Em ê Teqez Biserbikevin” destpê kiribû, û wê heta 4’ê Cotmehê berbi bajarê Derîkê bidome. 300 ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din beşdarî meşê bûn.
Gelê Tirbespiyê bi fîşekên hewayî û coşek mezin ciwanan li ber çerxerêya Azadî pêwazî kir. Ciwanan li stadgeha Tirbespiyê bi gerandina govendê roja yekemin a meşa xwe bidawî kir.
Sibê wê ciwan saet 08:00’an de meşa xwe ji Tirbespiyê heta Girkê Legê bidomine.