ÇILAXA – Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi şiyara “Dem dema azadiyê ye, Em ê Teqez Biserbikevin” doh ji bajarê Qamişlo Meşa Dirêj a 3’ê rojan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û silavkirina Berxwedana Cenga Heftanînê dabû destpê kirin. Îro ji saet 08:00’an ve ciwan li ber Navenda Ciwanan a Tirbespiyê dîsa kombûn da ku Meşa xwe bidomînin.
Çalakvanên Meşa Dirêj piştî meşa nêzî 20km xwe gihandin bajarokê Çilaxa. Ciwanan li Çilaxa navbera xwarînê da meşa xwe.
Meşa Dirêj a “Em ê teqez biserkevin” wê îro heta Girkê Legê berdewam bike.