ÇILAXA – Çalakvanên Meşa Dirêj piştî meşa nêzî 20km xwe gihandinbû bajarokê Çilaxa. Piştî navbera nîvro ciwanan meş xwe berbi Girkê Legê domand. Konvoyek Emerîkî ku ji 2 helîkopteran û gelek wesayîtên zirxî pêk dihat, derket pêşberî çalakvanên Meşa Dirêj. Ciwanan bi avêtina kevir û çopê nerazîbûnê nîşanî konvoya Emerîkî da. Ciwanan bi berzkirina sloganên wek “Bimre Dagirkerî, Bimre Îxanet” û “Bijî Serok APO” bertek nîşanî konvoyê da.
Niha jî ciwan meşa xwe berbî Girkê Legê bi coş û moralek mezin didomînin.