RIMÊLAN – Çalakiya Meşa Dirêj a Ciwanên Rojava ku ji bajarê Qamişlo bi şiyara “Dem Dema Azadiyê ye, Em ê teqez biserkevin” hatibû destpê kirin, di roja xwe ya duyemîn bi coşek mezin gihişt bajarokê Rimêlanê yê herêma Girkê Legê. Ji destpêka Rimêlanê heta nava navenda wê Gelê Girkê Legê derketibûn ber deriyên malê xwe, da ku ciwanan pêşwazî bikin.
KOMPLOYA NAVNETEWÎ ŞERMEZARKIRIN, BERXWEDANÊ SILAV KIRIN
Ciwanan bi dirûşmeyên xwe komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyên hêzên veşartî ê Gladio pêk hatibû şermezar kirin. Her wiha ciwanan Berxwedana Cenga Heftanînê silav kirin. Di meşê de bênavber sloganên derbarê Berxwedana Heftanînê wek “Heftanîn bi tera heta mirinê” berzkirin.
HETA NIHA CIWAN ZÊDETIRÎ 60KM LI PÊY XWE HIŞTIN
Çalakvanên Meşa Dirêj ku ji Qamişlo dest bi meşa xwe kirin, heta niha zêdetirî 60km li pey xwe hiştin. Ciwan wê sibê ji bajarokê Rimêlanê berbi Derîkê bikevin rê, û meşa xwe ya dirêj bi şahiyekê bidawî bike.
DAWIYA ROJA DUYEMÎN DE FILMÊ ‘JI BO AZADIYÊ’ HATE TEMAŞEKIRIN
Di dawiya roja duyemîn de ciwanan filmê derbarê Berxwedana Rêveberiyên Xweser yê li Bakurê Kurdistanê temaşekirin.