XANESERÊ – Meşa Dirêj a Ciwanên Rojava ku li dijî komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê hatibû destpê kirin û ji gelek pêkhateyan ve pêk tê didome. Ciwanên ku serê sibehê ji bajarokê Rimêlanê birêketin, piştî meşa 16km’yî gihiştin gundê Xaneserê. Meşvanên ciwan 13km dûrî armanca xwe Dêrikê mane.
Ciwanên Kurd, Ereb, û gelek pêkhateyên din wê di dawiya meşa xwe mitingek lidar bixe.