SARATOV – Kurdên ku li gundê Yujnî yê navçeya Yerşova girêdayî Saratova Rûsyayê dijîn, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Çalakgeran êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û li çendîn cihên cîhanê şermezar kirin.
Endamê Meclîsa Gel a Yerşovê ku li ser navê niştecihên gund Şex Hadî, Mele Ramazan Yusubov û endamê Komîteya Çandê Ahmed Bakî axivîn û diyar kirin ku konsepta îmha û înkarê ya dewleta Tirk a faşîst di van sed salên dawî de pêk tîne, bê rawestan dom dike.
Çalakgeran diyar kirin ku gelê Kurd bê navber li dijî van konseptan têdikoşe û bal hate kişandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê pêkanîn, armanca wan di kesayeta Ocalan de dixwazin gelê Kurd teslîm bigirin.
Çalakgeran destpêkê ji Rûsya, DYE û welatên Rojavayî xwestin ku li dijî polîtîkayên dagirkerî û belavkirinê yên dewleta Tirk bêdengiya xwe bişkênin û pêwîst e helwesta xwe li beramberî wê nîşan bidin.