NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya melpera fermî a Însiyatîfa Zarokên Agir bi dehan wesayitî her wiha beşeke pîşesaziyê jî şewitî ye.
Daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir wiha ye;
FAŞÎZMA TIRKAN BI TENÊ TOLHILDANÊ TÊK DIÇE
Dijminê Kurd û Kurdistanê heya çavê sor nebîne dev ji dagirkeriya xwe bernade.
Îro gelê Kurdê bi rûmet li hember faşîzma dijmin li her derê bi agirê azadiyê bersiv dide.
Ji bo her Kurdeke bi şeref rêka rûmetê agirê tolhildanê bilindkirine. Ev agir sedsalane pê ketiye.
Heya Kurdistana xweser û azad saz bibe ev agir dê ti carî venemire.
01.10.2020 an de li bajarê Êlih ( batman) erebeyeke tirkeke faşîst hatiye şewitandin.
Ji bo tirkên li Kurdistanê nav xebatên dagirkeriyê de, hevalbend û nokerê dijmine ev derseke mezine.
04.10.2020 an de li bajarê İstanbul navçeya Başakşehir sanayî sitesî dikaneke perçeyên yedek ya erebeyan hate şewitandin.
Di vê şewatê de bi dehan erebêyên tirkan her wiha beşeke mezin ya sanayî sitesî di nava agirê Kurda de bûye xwelî.