RIMÊLAN – 4’emîn Kongireya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Rojavayê Kurdistanê û Sûrî dibin duruşmeya ‘Rêxistinkirina Jinên Ciwan Têkbirina Dagirkeriyê ye’ li Navenda Çand û Hûner a Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan tê li darxistin.
Bi sedan Jinên Ciwan ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Sûriyanî bi rengê Çanda xwe bi cil û bergan tevlî Kongire bûn, holeya Kongire bi wêneyên Şehîdan, alên Jinên Ciwan û Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.
Wê Kongra bi vî Bernameyê were dewamkirin;
Axaftinên mêvanan.
Xwendina perspektîfên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên girêdayî jinên ciwan û rola wan di civakê de pêk tê.
Dê rapora du salên borî.
Rewşa rêxistinî ya yekitiyê were xwendin û ji hêla delegeyan ve were nîqaşkirin.
Piştre dê li ser hevpeymana yekîtiyê bê erêkirin. Paşê dê Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê were hilbijartin.