RIMÊLAN – Endama Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif li 4`emîn Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan de ku vê sibehê li Rimêlanê dest pê kiriye, axivî.
Foza Yûsif got: “Em di pêvajoyeke hesas û girêk re derbas dibin. Lewra divê nîqaş û biryarên me di pêvajoya bê de li dijî dagirkeriyî û planên li dijî civakên me, xwedî bandor bin.”
Foza wiha domand: “Dewleta Tirk û tevahiya hêzên alîgirên wê, hîna ewlehiya herêmên me tehdît dikin. Li gorî daxuyaniyên wê yên dawîn, ew hewl dide careke din êrişî gelê me yê sivîl bike. Şer ne tenê li dijî gelê Kurd e lê belê tevahiya pêkhateyên herêmê dike hedef. Dewleta Tirk li ser ewlehiya civak û cîhanê xeternak e.”
Foza di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo vegerandina senaryoya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û got: “Dewleta Tirk armanc dike hebûna Kurd, Suryan û Ermenan bi koçberkiyê û kuştinê tune bike. Lewre em dibêjin siyasetên kuştin û dagirkirinê yên nû li dijî Sûriyê hene. Divê hêzên redkerên dagirkeriyê hemû li dijî van planan li ber xwe bidin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.”
Têkildarî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ên têkildarî doza Kurd, Foza ev tişt zelal kir: “Ji daxuyaniyên Lavrov diyar dibe ku Rûsya êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê me li Sûriyê qebûl kirine û piştgiriya parçekirina Sûriyê û guhertina demografiya herêman bi rêya çeteyên Tirkiyê dike. Lewre daxuyaniyên wî tê wateya ku Rûsya vê siyasetê dipejirîne. Divê civaka navneteweyî li pêşberî sûcên Tirkiyê û êrişên wê yên li dij civaka nebe alavek.”
Her wiha Foza behsa şerê taybet kir û got: “Dewleta tirk ne tenê li ser asta leşkerî êrişî gelan dike, lê belê şerê taybet jî li dijî ciwanan û jinan dimeşîne da ku civakê ji hundir ve xera bike. Lewra divê ciwan, biryarên rast li hemberî vî şerî bistîne û divê jinên ciwan asta têkoşînê mezin bikin.”
Foza di axaftina xwe de bang li çîna ciwanan a li derve kir ku vegerin welat û hewl bidin plan û projeyên dijmin têk bibin û wiha domand: “Divê ciwan li dora civakê kom bibin û destkeftiyên wê biparêzin.”
Endama hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif di dawiya axaftina xwe de bang li jinên ciwan kir ku qada birêxistinkirina xwe di tevahiya waran de fireh bikin.