RIMÊLAN – Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya 4’emîn bi diruşmeya “Bi rêxistinbûna jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin” bi beşdarbûna 550 delgeyan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ê Qamişlo li dar xist.
Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin ji aliyê mêvanan ve hate kirin û perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê jinên ciwan û rola wan di civakî de hatin xwendin.
Di kongreyê de rapora xebatên du salên borî yên Yekitiya Jinên Ciwan hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin. Piştre rêziknameya yekitiyê hate êrkirin û 35 endamên Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan hatin hilbijartin.
Di dawiya kongreyê de biryar hatin girtin. Ji wan biryaran;
-Bi ruhekî hamlegir û bi şiyara ku yek jinên ciwan bê rêxistinî nemîne xebatên rêxistinkirinê meşandin. Li hemû Gund, Kolan, Tax û bajaran Komûni Komîte û Meclîsên Jinên Ciwan rêxistinkirin.
-Ji bo belavkirina sîstema neteweya demokratîk bi hemû aliyên wê di konfederaliya demokratîk de pêşengtî were kirin.
-Konferansa jinên ciwan li ser asta Sûriyê were lidaristin û têkildarî têkoşîna li dijî zewicandina zarokan û tundiya li ser jinan panel werin lidarxistin.
-Di çarçoveya şerê gelê şoreşger de çalakî werin birêxistinkirin.
-Ji bo parastina şoreşê û pêşxistin û rêxistinkirina karê saziyan, li dijî zihniyet û feraseta baviksalarî têkoşîn bê kirin.
-Ji bo pêşxistin û rêxistinkirina karê jinên ciwan navenda jinên ciwan a Sûriyê were vekirin.
-Li dijî hemû cûreyên despotî û dagirkeriyê têkoşîna çalak were kirin.
-Li hemberî hemû cûreyên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk li ser ciwanan dimeşîne xebat were meşandin û rêgeza şaristandiya demokratîk were pêşxistin.
-Bi rihê tolhildan û fedayetiyê têkoşîna rizgarkirina herêmên dagirkirî were kirin.