NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Komîte-Siyasî ya Navendî ya TKP/ML bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 1-4’ê Cotmehê de li navçeya Pulurê ya Dersimê gerîlayên TKP/ML TÎKKO şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di oprasyona ku faşîzmê bi hemû derfetên xwe yên leşkerî meşand, endamê partiya me, Fermandarê Herêma Dersimê Ozgur (Alî Kemal Yilmaz) û ji şervanên TÎKKO milîtana pêşeng a partiya me Asmîn (Gokçe Kûrban) şehîd bûn.”
Di daxuyaniya TKP/ML de hate gotin, “Dem ew dem e ku ya zor û zehmet bi ser bixin, ya nepêkan bi cih bînin” û hate destnîşankirin, “Bi biryardariyeke xurtir, hîn bi israr em ê li ser xeta Şerê Gel têbikoşin.”