SILÊMANÎ – Jinên Ciwan ên Têkoşer, di çarçoveya Pêngava “Em dibêjin NA” de li Çemê Rêzan a Silêmanî de çalakiya şaxawanî kir. Jinên Ciwan, çalakiya şaxawanî bi dirûşmeya “Qirkirina çand û sirûştê re NA” pêkanî.
Gelek endamên Jinên Ciwan tevlî çalakiyê bû. Jinên Ciwan, ji bo bal bikişîne ser parastina jingehê û sirûştê li Çemê Rezan cihên sirûştê û dîrokî serdan kirin.
Endamên Jinên Ciwan, seatek meşiyan û şikeftên dîrokî serdan kirin û paqij kirin. Jinên Ciwan çalakiya xwe li Çemê Rêzan paqijkirinê xilas kir.