NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev çalakî di navbera 4-8’ê Cotmehê de hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê di 6’ê Cotmehê de li Sûltanbeyliya Stenbolê bi demançeyan li notirvanan hate xistin û hejmara notirvanên birîndar nehate tespîtkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 7’ê Cotmehê de li Pendîkê li herêma sanayiyê du depo hatine şewitandin, bi bombeyên bi destan hatine amadekirin li benda polîsan a li Alîbeykoya Stenbolê hatiye xistin û di 6’ê Cotmehê de jî li gundê Şamlar a Başakşehîrê qadeke polîsan hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku di 4’ê Cotmehê de li Farqîna Amedê li Taxa Selahattînê bi şev bi bombeyên destan li wesayîta zirxî ya Akrebê hatiye xistin, hejmara birîndaran nehatiye tespîtkirin û di wesayîtê de xisareke maddî çêbûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 8’ê Cotmehê de jî li Yenîşehîr, Baglar û Sûrê bombeyên deng çalakî hatiye lidarxistin û pankart hatine daliqandin.