DÊRAZOR – Bi boneya salvegera yekemîn a êrişên dagirkiriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, Meclisa Ciwanên Dêrazorê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya meclisa ciwanan a li gundên rojavayê Dêrazorê bi amadebûna endamên meclisê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: “Di dîroka 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî yên bakur û rojhilatê Sûriyê kirin. Di encamê de bi hezaran sivîlan canê xwe ji dest dan û şêniyên me yên herdu herêman ji warê xwe koçber bûn. Dewleta Tirk êriş li bajarê Şengal û Mexmûrê berdewam kir. Erdogan ji terora xwe bes nekir, lê pozbilindiya xwe dewam kir û destwerdan li karûbarên dewletên din mîna Lîbyayê kir, di vir de çeteyên ku ew bi dolaran xapandin, bi kar anîn. Di sûcekî herî hovane ya çeteyên Tirkiyê de Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku şev û roj ji bo aşiyê kar dikirin şehîd bû.
Bi vê boneyê em giyanê şehîd Hevrîn Xelef silav dikin. Em silavên xwe ji Hêzên Sûriya Demokraîtk ên ku xak û gelê me diparêzin û şervanên li eniyên Til Temir, Eyn Îsayê û hemû deveran re dişînin.
Peyama dewleta Tirk a dagirker a êrişên 9’ê Cotmeha 2019’an berdewama komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelên herêmê ye. Êrişa dewleta Tirk a faşîst li ser herêmê me peyameke ku niyata wê ya pêkanîna qirkirinên nû li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asur û hwd diyar dike. Her wiha her kesên ku xeta biratiya gelan û neteweya demokratîk a xwe dispêre fikir û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan dişopînin bikin hedef.
Em Meclisa Ciwanên Dêrazorê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser herêmên me şermezar dikin û soz didin ku em ê asta têkoşînê li dijî dagirkeran bilind bikin heta serekftinê pêk bînin û xaka xwe rizgar bikin.”