ŞEHBA – Di çarçoveya pêngava “Em ê teqez bi serkevin” de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li dar xist.
Bi sedan ciwanên herêma Efrînê yên beşdarî meşê bûn, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên ciwan, pankartên bi nivîsên “Em ê teqez bi serkevin..serî hilde..têkbikoşe..azad bibe, Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan” vekirin.
Meşa ji gundê Aqîbe dest pê kir di nava kolanên gund re geriya û li gundê Ziyaretê bi dawî bû.
Ciwanan diruşmeyên şeremzarkirina komployê û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.
Meş li qada gundê Ziyaretê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Reşîd Efrîn komplo şermezar kir û got: “Em baş dizanin ku bi dehan hezkiriyên rêber Apo piştî komployê agir berdan bedena xwe. Ev yek asta girêdana gel û ciwanan bi rêveber ve û îsrara têkoşînê ya ji bo azadiya wî diyar dike.”
Reşîd destnîşan kir ku gel serî ji hêzên komploger re netewand û komplo vala derxistin û diyar kir: “Rêber Apo dizanî çawa gel perwerde bike û zanebûn û îradeyê bide. Bi vê yekê gel têkoşîna ku rêbertî dabû destpêkirin, dewamd.”
Reşîd Efrîn bang li gel kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan serî hildin.
Di dawiya mîtîngê de diruşmeyên silavkirina berxwedana rêbertî û banga azadiya wî hatin berzkirin.