NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinbûn û kampanya RiseUP4Rojava, têkildarî pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê û ’10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de piştgirî ji pêngava KCK’ê re hate dayin û bang li her kesî hate kirin ku beşdarî çalakiyên 10’ê Cotmehê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di 15‘ê Tebaxê de me bangê ji bo berxwedanekê berdewamî kir û niha jî em xwe ji bo Hefteya Çalakiyan a Navneteweyî ji 1‘ê heta 8‘ê Mijdarê amade dikin. Êdî divê em gavavêtin û insyatîfên bi vî rengî yên şoreşger û antî-faşîst ji Kurdistanê heya tevahî cîhanê mîna ku yek in fêm bikin. Bi hev re em bi hêz in û bi yekbûna xwe emê faşîzma Tirkiye birûxînin, dawî li dagirkeriyê li ser Kurdistanê bînin û jiyanekê baştir ava bikin. Esîrgirtin û tecrîdkirina Abdullah Ocalan li Imraliyê ne tenê ji her alî ve berevajî qanûnên navnetewî ye, lê maneya wê ji vê zêdetir e. Jixwe sîstema Imralî bi xwe mînaka herî berçav e ku desthilatdarên vê cîhanê qanûnên ku bi xwe derxistine jî ciddî nagirin, lê li gorî xwe pêk tînin yan jî pêk nayinin. Gelê Kurd vê rewşê mîna esîrgirtina xwe û tecrîdkirina xwe pênase dike. Ji bo gelên têkoşer ên herêmê azadî bê azadiya Abdullah Ocalan ne mimkun e.
Ji tecrîda li Imraliyê, dagirkerî û şerê ku li dijî hêzên şoreşger ên li herêmê tê kirin û ji piştgiriya navneteweyî ji bo rejîma Tirk a faşîst, ku her diçe berdewam dike, tê fêm kirin ku konseptekê navneteweyî li hemberî şoreşê li ser karê, da ku hêzên şoreşger zayîf û marjînal bibin û perspektîfên hêvîdar ên ku ji vê şoreşê ji bo tevahî gelên bindest derdikevin werin şikandin. Ji ber vê em divê navneteweyî yek bin û hevgirtina xwe pêk bînin û bi vî awayî li hemberî faşîzm, emperyalîzm û kapîtalîzmê têbikoşin, jiyanekê azad ava bikin. Yekîtiya me, piştgirî û hevgirtina me, di destê me de çeka me ya herî mezin, xurt û bi bandor e. Pêwîste ku em vê çeka xwe bi kar bînin. Ji bo vê em piştgiriya xwe ji bo pengava KCK îlan dikin û em bang dikin ku herkes di 10‘ê Cotmehê beşdarî ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ bibe.
Bi hev re em ê tecrîda li Îmralî û tecrîda li ser gelê kurd bişkînin! Bi hev re em ê faşîzma tirk hilweşînin!”