MINBIC – Meşa ku bi dehan ciwan tev lê bûn di nava rêyên sereke yên bajarê de dewam kir û ji çerxerêya Sebai Behrat a rojavayê bajarê Minbicê bi dawî bû. Ciwanan meşele, posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên li dijî dagirkeriyê hildan û bê navber diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk berz kirin.
Ciwanan li çexerêya Sebai Behrat rawestiyan û çalakiyek li dar xistin. Çalakî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Nasir Xalid daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Jinên Ciwan xwend.
Xalid dagirkirina dewleta Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî van sûcan, her wiha komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û got: “Em soz didin gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê li hemberî
dagirkeriya Tirk bisekinin û xak û rumet axwe biparêzin. Em soz didin rêber Ocalan û hemû şehîdan ku em di xeta rizgarkirin, serkeftin û rakirina tecrîda li ser rêberê mirovahiyê de berdewam in. Em ji vir ji tevahî cîhanê re dibêjin ku çawa me xaka xwe bi xwîna şehîdan rizgar kir, em ê li ber xwe bidin heta tevahî heêrmên dagirkirî ji osmaniya nû rizgar bikin.”