Ocalan piştî 15’ê Sibata 1999’an ku birin Îmraliyê cara yekem yanî 21 salan di 27’ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anîbû. Her sê girtiyên cem Ocalan jî ji sala 2015’an ve cara yekem di 27’ê Nîsanê de hevdîtina telefonê kiribûn.
Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê bi hêceta cezayên hucreyê û “Nexşerêya” Ocalan a redestî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye kirin ji 23’ê îlonê ve ji bo 6 mehan çûyîna parêzeran a hevdîtinê qedexe kiribû.