NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Li roja 29’ê Îlonê Yekîneyên Antî Teror (YAT) li herêma Dêra Zorê li hemberî şaneyek DAÎŞ’ê operasyonek lidarxistin. Di encama operasyonê de çeteyên bi navên Genam Mahmud El Hamdî û Mahmud El Hamdî hatin girtin û miqdarek cebilxane hatin desteserkirin.
Cebilxaneya ku hatin desteserkirin wiha ne;
1 AK-47, 1 rext û 4 jarjorên AK-47, 1 rext û 1 jarjorê damençe, 4 telefon û hinek belge”