LEZGÎN – Ji HPG’ê li Heftanînê çalakî: 3 çeper hatin ruxandin, 5 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Starê ya li dijî dagirkaran a li Girê Koordîne ya Heftanînê de 3 çeper hatin rûxandin, 5 leşkerên Tirk jî hatin cezakirin.

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 9’ê Cotmehê saet 13:00’an li dijî leşkerên TC’ê yên li Girê Koordîne ya li herêma Heftanînê çalakiye kirin. Di vê çalakiyê de ku 2 çeper hatin hedefkirin û bi xurtî lê hate dayîn, hatin rûxandin; dagirkerên li nav jî hatin cezakirin. Li heman girî, li çeperekê ku cebilxane li nav bû bi xurtî lê hate dayîn, şewitî û îmha bû. Di vê çalakiyê de 3 çeper rûxiyan, 5 dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn.

BALAFIRÊN ŞER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA BOMBE KIRIN

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber didomin. Li gorî vê;

7’ê Cotmehê saet di navbera 11:30-12:00 balafirên şer derdorî gundê Rûsê ya dikeve Bektorya ya herêma Heftanîn bombe kir.

9’ê Cotmehê saet ji 12:30’î heta 13:30’î balafirên şer qada Cîloyê Biçûk a navçeya Çelê ya Colemêrgê bi dijwarî bombekir.

9’ê Cotmehê saet ji 18:20’ê heta 19:00’an balafiran dever Kurojahro ya herêma Zapê bombe kir.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevrêyên me nehatine.”

Nivîsa Pêş