NAVENDA NÛÇEYAN
Pêvajoya ku em weke gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn jiyan dikin, pêvajoyekê pir hesas û girîng e. Lewra, ji her her alî ve êrişên dijwar li ser jin, gelên azadîxwaz, destkeftiyên gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê hene. Konsepta îmhaya topyekûn a ku destpêkê li hemberî Rêber Apo weke tecrîta girankirî di asta herî jor de her roj giran û kûrtir dibe, li tevahî Kurdistanê bi êrişkirina nirxên azadiyê bi şêweyên cûr be cûr berdewam dike. Bi konsepta heyî êrişek topyekûn li hemberî destkeftiyên şoreşê yên li her qadên têkoşîna azadiyê pêş dikeve. Ev destkeftiyên ku di bin pêşengtiya felsefe, raman û siyaseta netewa demokratîk a Rêber Apo, bi pêşengtiya jinê di jiyanê de şînber dibe, kirine navenda konsepta xwe ya êrişê. Di vê wateyê de jin bi xwe jî bûye hedefê esasî ya vê konsepta tinekirinê. Di encama êrişên wan de jinên pêşeng û têkoşerên azadiyê mîna rêhevalên hêja Leyla Wan, Zehra, Yadê Emîne, şehîdên Heftenînê, Ebrû Tîmtîk û gelek jinên pêşeng bûne hedefa faşîzmê û sîstema desthilatdariya mêr. Bi taybet di vê pêvajoyê de qetilkirina jinan di asta herî jor de pêş dikeve. Ji ber ev pêşengiya jin û têkoşîna wê, jin dibe hedefa zihnetiya faşîzan.
Berxwedan û têkoşîna ku di şexsê jinê de pêşdikeve, ev konsepta dagirkirin, qirkirin û asîmlasoyênê ya li hemberî tevahî Kurdistanê vala derxist û derdixe. Jin îro bûye xwedî hêz û gotin. Li her qadê rêxistibûna xwe ava kiriye û êdî bi rengê jinê civak û pergalek nû tê avakirin. Bêguman ev pergal û civaka demokratîk a ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo tê avakirin, ji bo pergala kapîtalîst gefek herî mezin e. Vê têkoşînê ji bo xwe weke xeteriyek herî mezin dibînin û lewra êrîş dikin. Lewma her roja ku diçe jin rastî êriş û destdirêjiyan tên. Di van demên dawî de li tevahî Kurdistanê destdirêjiyên ku li ser jinê tên kirin, ne ji rêzê ne. Ev jî, beşekê şerê taybet a ji konseptek wan a têkbirîna têkoşîna jinê ye. Dixwazin îrada jina ku îro bi fikr û ramanên azadiyê xwe birêxistin kiriye bişkînin da ku pêkanînên xwe bi awayekê hêsanî pêk bînin û di şexsê jinê de têkoşîna civaka azadîxwaz jî têk bibin.
Çawa ku Rêber APO dibêje ‘Sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinê ye’ û dide diyarkirin ku civakek azad encax bi azadiya jinê dikare mîsoger be; lewra weke dijbertiya vê felsefe û birdoziya kûr di sedsala 21’emîn de ji her demê zêdetir kûştin, destdirêjî, tûndî û xwekuştin li ser jinê tê ferzkirin. Divê were zanîn ku ev polîtîqayên li ser jinê tê pêkanîn ne, mijarên ji rêzê yên ku tenê bi yek û dû nûçeyan were derbaskirin e. Di bingehê van kirinan de qirkirina civakê, binpêkirina nirxên civaka ehlaqî û polîtîk ên ku bingeha civakê ava dike heye. Lewra ger em bala xwe bidinê bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê, Efrînê û Serêkaniyê mijarên weke kuştin û qetilkirina jinê bi destê çeteyên faşîzma AKP’ê-MHP’ê tê pêkanîn. Destdirêjiyên li ser jinê yên tên jiyîn ji aliyê ser çeteyên wan ên ji navenda şerê taybet hatine şandin tê pêkanîn. Ev jî nîşan dide ku biryara kûştina jinê, destdirêjiya li ser jinê ji navenda şerê taybet hatiye dayîn.
Pergala kapîtalîst tirsek mezin li hemberî hêza jinê jiyan dike, ji ber ku jin bi bertek, çalakî, reng, vîn, wêrekî û hêza xwe ji her demê zêdetir îro li hemberî wan disekine, tekoşîn dike, faşîzmê, zihniyeta desthilatdariya mêr qebûl nake. Ji bo vê jî têkoşîna jin, hişyarbûn, zanebûn û çalakbûna jin bûye gerdûnî û vediguhere hêzekî mezin, lewra pergala heyî jinê ji bo xwe wek xeteriyek mezin dibîne. Li hemberî sermaya xwe û hebûna pergala xwe jî vê yekê xeterî dibîne. Ji bo wê jî şerê tê kirin li dijî bîrdoziya me şereke mezin û kûr ê di warê birdozî, civakî, siyasî û leşkerî ye ku tê de tinekirina jin û hemû nirxan jî heye.
Pêşxistin û belavbûna nexweşiya korona jî kirin zemîn û amûrek herî bihêz û berfirehtir ji bo zîhiyeta zilam da ku ji her demî zêdetir tundî, êriş, kuştin li ser jinê were meşandin. Di her kêliyek de li tevahî cîhanê bi sedan jin û zarok bi destdirêjî, kuştin û tecavûzê rû bi rû dimîne. Li hemberî vê sistemê ji her demê zêdetir di vê demê de jin jî rabûn ser piya û bi çalakî kirin. Yekîtî, azadî, rêxistinbûyîn û parastina cewherî ya jinan weke zanistiya civakê bi awayek bi bandor xwe da nîşandan.
Di vê pêvajoyê de destpêkirina pêngava KCK û KJK’ê ya ji bo azadiya Rêber Apo û ji holê rakirina faşîzmê, heman demê li hemberî pirsgirêkên ku jin dijî, êrişên li ser jinê pêngavek gelek girîng û bi wate ye. Li her qadê ev pêngav hat pêşwazîkirin û silavkirin. Çalakiyên wê di bin dirûşma “em ê xwe biparêzin, nirxên xwe biparêzin” û bi gelek dirûşmeyên cûda jî hatin destpêkirin. Bêguman ê ku vê pêngavê pêş bixe û bigihîne serkeftinên mezin jin e. Dê ev, bi pêşengtiya jina têkoşer û çalak pêş bikeve û encam bigre. Ji ber ku êrişên li ser Rêber APO, heman demê êrişên li ser azadiya jinê, êrişên li ser jinê û civakê ye.
Ji destpêka têkoşîna azadiyê ve Rêber APO her tim bal kişandiye ser rastiya diyalektîka guherîn û veguherîna jin û civakê. Ji bo vê jî hêza jin bi têkoşîna xwe bûye hêza dijber a li hemberî pergala faşîzmê. Di vê wateyê de yê ku pêşengtî ji vê pêngava ku KCK û KJK’ ê dayî destpêkirin bike jin bi xwe ye. Wê bi hêza xwe ya pêşeng û nasnemaye xwe ya birdozî vê pêngavê bigihîne serkeftinê. Li hemberî faşîzma desthilatdar û hişmendiya mêr a serdest, ê ku bi hovane jin û zarokan dixe hedefa xwe, qirkirin û nijadkujiyê li ser civak û bi taybet li ser civaka Kurdistanê pêk tine, jinên ku li Efrînê hatin revandin û qetilkirin, li Batmanê, li Wanê jin û keçên destdirêjî li ser wan hatin kirin weke her carê sûçdarên wan hatin berdan û piştgirya wan kirin. Cardin du welatiyên Kurd ku ji helîkopterê hatin avêtin û jiyana xwe ji dest dan, nîjadperestiya ku heye, kiryarên faşîzmê ji kiriyarên derbeya 12 Îlonê derbas dike.
Ji bo vê jî pêngava KJK’ê û KCK’ê ya dayî destpêkirin di hemû milan de girîng û xwedî wateyek mezin e. Him li hemberî kiryarên mêrê desthilatdar ê ku li dijî jinê dimeşîne, hem jî li hemberî faşîzma li ser tevahî Kurdistanê tê meşandin ev pêngave pêngavek seferberiyê ye. Ji ber vê jî di serî de ev pêngav wê bi pêşengiya jina Kurd hemû jinên azadîxwaz bi hev re bibin yek enî, bi hevgirtin û çalakiyan li dijî hişmendiya mêr û polîtîkayên wê derkevin. Di heman demê de jî her keseke demokrat, azadîxwaz pêwist e li dijî faşîzmê derkeve û cihê xwe di nav vê pêngavê de bigire. Bi vî awayî sedsala 21’emîn wê bibe sedsala binxistina faşîzmê û pergala mêrê desthilatdar. Bi vê awayê dê azadiya Rêber APO mîsoger bibe.
Lawa Elî